Salvegera 43emîn a Berxwedana Zindana Amedê û berxwedêrên 14ê Tîrmehê li Şirnexê hatin bibîranîn.
Bi boneya salvegera 43emîn a Berxwedana 14ê Tîrmehê ku li Girtîgeha Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ve hatibû destpêkirin û berxwedêrên 14ê Tîrmehê li Şirnexê merasîma bîranînê pêk hat.
Endamên meclîsa DEM Partî û DBPê yên navendî, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Zekî Îrmez, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Şirnex û navçeyên wê, endamên TJAyê û saziyên sivîl ên Botanê tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina bo cangoriyên azadiyê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat pêşandan û piştre Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez derbarê 14ê Tîrhemê de axivî. Îrmez berxwedana Zindana Amedê ya beriya 43 salan bi bîr xist û wiha got; “ Wan kedek gelek mezin da û gotin em deyndarê gelê xwe ne. Îro em weke gel dibêjin em jî deyndarê têkoşîna we ne. Ev pêvajoya ku îro em têde ne bi saya berxwedana wan gihîştiye vê astê.”
Piştî axaftina Îrmez bîranîn bi dirûşma, “Şehîd namirin” bi dawî bû.