Li gund, tax, bajarok û navçeyên Şirnexê civînên gel didomin. Parlamenter Ûysal da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê dizane ku tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pirsgirêka kurd çareser bike.
Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnex, taxa Îsaxa û gundê Baziftê yên Cizîrê, gundê Hespist ê Hezex û gundê Serêbiyê yê Silopya bi tevlîbûna Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Endamê Meclîsa DBPê Bunyamîn Şeker, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Şirnex, civînên gel ên Aştî û Civaka Demokratîk pêk hatin.
Civînan bi tevilbûna sedan welatiyan û rêzgirtina ji bo cangoroyên azadiyê destpê kir. Di civînan de dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma şewitandina çekan a PKKê hate pêşandan. Dema dîmenê Ocalan hat nîşandan dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
Piştî pêşandana dîmenan Parlamenter Ûysal li civîna gel a taxa Îsaxa de axivî. Ûysal bal kişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û ev tişt anîn ziman; “Dema dewleta Tirkiyeyê dît ku li Rojhilata Navîn qewimînên ber bi azadiya kurdan pêk tê neçar ma gavekî biavêje. Gava ku Devlet Bahçelî avêtî û ber bi vîna gelê Kurd ve çûyî ne gaveke ji rêzê bû. Dewleta Tirkiyeyê dizane ku tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare pirsgirêka kurd çareser bike.”
Ûysal destnîşan kir ku dê vê hefteyê li meclîsê komîsyon were avakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “ Peywirek gelek girîng dikeve ser milê vê komîsyonê û em ê hewl bidin ji her aliyan ve alîkariyê bidin komîsyonê.”
Civîn bi pirsên gel û bersivandina pirsan bi dawî bûn.