• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şirnex heya niha 63 civînên gel pêk hatin

    Li Şirnex heya niha 63 civînên gel pêk hatin

    Li Siwêydayê jin û zarok jî di nav de herî kêm 940 kes hatine kuştin

    Li Siwêydayê jin û zarok jî di nav de herî kêm 940 kes hatine kuştin

    Tecawizkar Barkin reviya başûrê Kurdistanê

    Tecawizkar Barkin reviya başûrê Kurdistanê

    Ji bo endamên YPG, YPJ û HSDê konên şînê danîn

    Ji bo endamên YPG, YPJ û HSDê konên şînê danîn

    Remzî Çakmak bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Remzî Çakmak bi girseyî hat pêşwazîkirin

    269 saziyan piştgirî da aştiyê

    269 saziyan piştgirî da aştiyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE

KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

Navenda Nûçeyan /AW

19 TÎRMEH 2025 - 11:13
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
KJKê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên li dijî durziyan û diyar kir ku hêzên hegomonîk bi navê HTŞê li herêmê şer peş dixin.

Koordînasyona KJKê bi daxuyniyêkî destnîşan kir ku êrîşên dawî yên li ser gelê Durzî dewama komkujiyên li ser Elewiyan e û li dijî êrîşên HTŞê yên li ser destkeftiyên jinan û gelan, banga têkoşîna hevpar li civaka navneteweyî û gelên herêmê kir.

Komalên Jinên Kurdistan (KJK) li dijî êrîşên HTŞê yên di demên dawî de li Sûriyeyê zêde bûne, daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku HTŞ nûbûyî ya DAÎŞê ya li herêmê şerên li ser esasê mezhebî, etnîk û zayendparêz gur dike, hêzên hegemon jî li pişt vê ne.

Di daxuyaniya KJKê de bal dikişînê li ser Rastiya HTŞê û wiha dewam dike: “Êrîşên HTŞê berdawamiya êrîşkariya DAÎŞê ya li ser şoreşa Kurdistanê û Rojhilata Navîn tê ferzkirin e, îro li Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya bixwîn gur dike. DAÎŞ ji bo bi dawîkirina hêrs û serhildana gelan a li dijî netew dewletên statukoger, hatibû avakirin.

KJKê di daxuyaniya xwe da wiha got: “Hêzên ku bi konsepta hêza hegemonîk tevdigerin, dixwazin Sûriyeyê bikin qada şerê qirêj. Li Sûriyeyê agahiyên komkujiyan, roj bi roj zêde dibin. Divê ev baş were zanîn, HTŞ nixumandinek e, di esas de yên li qadê şer dikin hêzên hegemonîk in.

Tevgera Azadiya Kurd çêkera xwe ya serweriya dinamik a li qadê xurt dike, gelên Sûriyeyê Kurdan weke hêviya rizgariyê dibînin û hevsengiyên hêzê yên nû yên li herêmê, lêgerînên nû yên ji bo çareseriyê jî aniye rojevê. Kurd ji bo lêgerîna çareseriyê bûne aktorê sereke û vê yekê hêzên ku ji rewşa kaotik tîmar dibin, hîn zêdetir êrîşkar kiriye.”

KJKê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hêzên hegemonîk û çêkerên desthilatdariya navendî kaosa li herêmê kûrtir kirine û ji vê zêdetir ti rola wan a din nîne û destnîşan kir ku tişta ji bo gelan pêwîst, çareseriya Netewa Demokratîk e. Şoreşa gelên Rojava û jinan ku 13 sal li pey xwe hiştin, hîn jî çavkaniya hêvî û kelecanê ye. Şoreşa Rojava hemû rastiyên ku sedemê şer û komkujiyê ne, di nava xwe de gihand çareseriyê û ji bo jiyana hevpar, bûye mînakek şênber. Îro hêzên cîhadîst dixwazin gotinên mezhebî di nava Sûriyeyiyan de belav bikin, ev yek rê li ber komkujiyên nû vedike. Ev rewş hilweşîner e, ev gotin û hewldanên nefretê dibe ku dewlemendiya civakî û çandî ya Sûriyeyê tune bike. Êrîşên li hemberî Durziyan, dewama komkujiya li hemberî Elewiyan e. Şerên etnîkî û şerên dînî, desthilatdariyê tîmar dike. Lê ya ji bo gelan û jinan pêwîst, mafên zagona bingehîn û sîstema jiyana demokratîk e.”

KJKê diyar kir ku ev çêkera di bin “fermandariya Colanî” de, ne rewa ye û ev bang kir: “Divê hemû hêzên navneteweyî, demokratîk, sosyalîst û jin li dijî rêveberiya Colanî ya cîhadîst helwest nîşan bidin. Tê xwestin ku gelê Ereb jî bikêşin nava vê xefika bixwîn, divê gelê Ereb ji vê lîstokê re bêjin êdî bes e.”

Weke KJK em dibêjin ku yekane rêya ku ji bo gelên Sûriyeyê bibe serketin, çareseriya Netewa Demokratîk e. Ji bo ku pêkanînên dermirovî yên bi serê jinên Êzidî û jinên Elewî pêk hatî, di nava civaka Durzî de jî dubare nebe, divê hemû çêkerên jinan têkoşîna hevpar bilind bikin. Em bang li hemû jinên Kurd, Ereb, Çerkes, Tirkmen, Sunnî, Elewî, Êzidî û Durzî dikin ku li dijî şer bi rengekî hevpar tevbigerin û têbikoşin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Şirnex heya niha 63 civînên gel pêk hatin

Li Şirnex heya niha 63 civînên gel pêk hatin

19 TÎRMEH 2025
Li Siwêydayê jin û zarok jî di nav de herî kêm 940 kes hatine kuştin

Li Siwêydayê jin û zarok jî di nav de herî kêm 940 kes hatine kuştin

19 TÎRMEH 2025
Tecawizkar Barkin reviya başûrê Kurdistanê

Tecawizkar Barkin reviya başûrê Kurdistanê

19 TÎRMEH 2025
Ji bo endamên YPG, YPJ û HSDê konên şînê danîn

Ji bo endamên YPG, YPJ û HSDê konên şînê danîn

19 TÎRMEH 2025
Remzî Çakmak bi girseyî hat pêşwazîkirin

Remzî Çakmak bi girseyî hat pêşwazîkirin

19 TÎRMEH 2025
269 saziyan piştgirî da aştiyê

269 saziyan piştgirî da aştiyê

19 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (377)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne