Girtiyê siyasî Ramazan Çakmak ku 10 sal in girtî ye, bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Ramazan Çakmak di 2015an de li Êlihê hat girtin. Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ye” û “Li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 14 sal û 6 meh ceza lê birî. Ramazan
Çakmak di 10 salan dte li girtîgehên Tîpa M a Êlihê, Girtîeha Tîpa E ya Mêrdînê, Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Tarsusê, Girtîgeha Tîpa L ya Espiye y aGiresunê girtî ma. Ramazan Çakmak ji Girtîgeh Espiye ya
Giresunê duh serbest hat berdan. Îro li taxa Çakmak a Êlihê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girseyê bi tilîlî û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” Ramazan Çakmak pêşwazî kir.