• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    ‎Diyar Koç ji Girtîgeha Sîncanê hate berdan

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    Li pêşiya KEyê banga naskirina mafê hêviyê hate kirin

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

    CPT: Artêşa Tirk nasname û wesayîtên leşkerên Iraqê kontrol dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şanogerê Kurd Emîn Kerîmî 25 roj in di bin çavan de ye

Wan /AW

25 TÎRMEH 2025 - 11:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Şanoger û lîstikvanê Kurd Emîn Kerîmî ku beriya 25 rojan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin hêj jî di bin çavan de ye.

Şanoger û lîstikvanê Kurd Emîn Kerîmî ku li rojhilatê Kurdistanê xebatên çandî dimeşîne, beriya 25 rojan ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Emîn Kerîmî ku li ser medyayê weke “Emîno” tê naskirin, li bajarê Ûrmiyeyê dijî û li ser platformên medyaya dîjîtal skecên Kurdî belav dike. Emîn Kerîmî yê ku di 1ê tîrmehê de hatiye binçavkirin, ev 25 roj in di bin çavande ye. Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Hengawê malbata Emîn Kerîmî ji roja ku ew hatiye binçavkirin ve tu agahî jê negirtine û Emîn Kerîmî li Girtîgeha Îdareya Îtlaatê ya li Ûrmiyeyê di bin çavan de ye. Saziyê da zanîn ku rûpelên Emîn Kerîmî yên torên civakî jî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve têne birêvebirin.

Di dema tevgera “Jin jiyan azadî” de jî hatibû girtin

Saziya Mafên Mirovan a Hengawê têkildarî binçavkirina Emîn Kerîmî de ev agahî parvekirin: “Hêjayî gotinê ye ku, heta niha ev welatiyê Kurd ji mafê pêwendîgirtin û hevdîtinê ya bi malbat û xizmên xwe re û her wiha ji mafê hevdîtina bi parêzer re bêpar hatiye hiştin. Ev welatiyê Kurd roja Sêşemê 1ê Tîrmeha 2025an, dema ku ji Tirkiyeyê vedigeriya, li sînorê ‘Sêro’ yê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin. Hêjayî gotinê ye ku, Emîn Kerîmî di dema tevgera Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve jî hatibû girtin. Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên li dijî wî hatine sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.”

Hezkiriyên wî bertek nîşanî girtina wî dan

Gelek hezkiriyên Emîn Kerîmî li ser platformên dîjîtal, bertek nîşanî girtina wî dan û xwestin demildest ew bê berdan. Emîn Kerîmî di sala 2024an de li ser platformên dîjîtal dest bi belavkirina skeca xwe ya çîroka evîndariyê ya “Emîne û Tajdîn” vedibêje kiriye û di demeke kin de ji aliyê Kurdan ve gelek hate hezkirin û temaşekirin. Emîn Kerîmî salên dirêj e li Rojhilat karê şanogeriyê dike û di nava xebatên çand û hunerê de cih digire.

Etîket: 25 rojbinçavkirinEmîn KerîmîRejîma ÎranêRojhilatÛrmiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê di salekê de 1639 kes bi darve kir

Li Îranê cezayê darvekirinê li 17 xwepêşanderan hate birîn

7 HEZÎRAN 2026
Li Girtîgeha Tehranê girtî bi darê zorê têne xebitandin

Li Girtîgeha Tehranê girtî bi darê zorê têne xebitandin

6 HEZÎRAN 2026
Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

4 HEZÎRAN 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

3 HEZÎRAN 2026
Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

2 HEZÎRAN 2026
Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

1 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEDAŞê elektrîka bajarokê bi temamî qut kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (263)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne