• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

    Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    Li Qilebanê cerdevanan tundî li ser 2 jinan pêk anîn

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    ‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ bi dawî bû

    Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Saziyên elewiyan qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

    Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Çetîn Arkaş: Pêvajo serbikeve dê encameke weke Ronesansa Fransayê derxîne holê

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salih Gedo: Em ji bo yekîtiya Kurdan têdikoşin

Navenda Nûçeyan / AW

18 KANÛN 2024 - 12:53
Kategorî: POLÎTÎKA
A A

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (P.Ç.D.K-S) Salih Gedo diyar kir ku ji bo yekîtiya Kurd têdikoşin û ji tevgerên siyasî xwest ku berjewendiyên gelê Kurd esas bigirin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo, der barê rewşa Suriyeyê ya dawî, sekna Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û avakirina yekrêziya Kurdî de, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Salih Gedo da zanîn ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di demeke dîrokî û hesas re derbas dibe û got: ” Kurdan ji Serhildana 12ê Adara 2004an ve pêşengtiya şoreşa Sûriyeyê kiriye. Bi hezaran şehîd dane, destkeftî hatine bidestxistin. Niha jî pêvajoyek nû dest pê kiriye. Me weke Rêveberiya Xweser, Partiyên Rêveberiya Xweser û yên nêzî Rêveberiya Xweser ji roja yekemîn a hilweşîna rêjîmê re, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk amadebûna xwe ya ji bo danûstendina bi hikumeta nû re eşkere kiriye.”

‘Têkoşîna ji bo yekîtiyê didome’

Salih Gedo bi bîr xist ku bi salan e di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û ENKSê de li Rojavayê Kurdistanê danûstendin hene, niha jî van hewldanan didomînin û wiha axivî: “Hin welat jî di vê mijarê de destek didin wan. 9ê Kanûnê (2024), di bin sernavê ‘Di vê aloziyê de em yekrêziya Kurdî bi cîh bikin’ de partiyên PYNKê civiyane û şandeyek Fransî jî tevlî bûye.

‘Nerîna hevpar heye’

Salih Gedo da zanîn ku di civînê de nêrîna hevpar a wekî, “Em ji bo diyalogeke bê qeyd û şert amade ne, dengê me bigihînin ENKSê, kengî bixwazin em ê bi wan re bicivin. Heke di navbera me de nakokî hebin em wan nakokiyan deynin aliyekî din” derketiye holê. Şandeya Fransî piştî civîna wan bi ENKSê re civiyaye. Lê heta niha ji aliyê wan ve ti bersiv nehatiye dayîn. Tişta ku em ji ENKSê dibihîzin ev e; `Em beşekin ji opezsyona li Stenbolê ne, danûstendina me wê bi rêya opozsyonê re be`. Em dizanin ew opozîsyon girêdayî ajandeyên dewleteke herêmî ye ya ku dixwaze Kurdan tune bike, ev pirsgirêkek mezin e.”

Salih Gedo bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku dewleta Tirk bi şer, plan, zexta li ser hêzên navneteweyî û dewletên ku destê wan di aloziya Sûriyeyê de hene, dixwaze Kurdan ji herêmên wan derxîne û wan tune bike.
Salih Gedo da zanîn ku ew dixwazin bi yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelê xwe biparêzin û di nava vê guhertina li Sûriyeyê de bernameya tevgera Kurdî bidin pêş û axaftina xwe wiha domand: “Divê Kurd weke bedenke li Sûriyeyê xwedî roleke taybet be, karibin xwe bigihînin cihê biryarê da ku mafê xwe misoger bikin. Pêwîste di vê rewşa dîrokî de tevgera siyasî ya Kurdî bi kêmanî yekrêziya xwe bi cih bike. Dema em bibin xwedî yek helwestê, wê dostên me jî piştgiriya me bikin û bawerim em ê karibin bigihîjin peymanekê. Dagirkerên Kurdistanê dixwazin gelê Kurd parçe bikin, bi parçebûnê Kurdan lawaz bixin, aliyekî Kurdan têxin xizmeta xwe, lewma pêwîste dijî wê helwest were nîşandan. Divê dualîbûna tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistan nemîne û qedexe be. Pêwîste partiyên Kurdistanî ji bo pêkanîna yekrêziyê alîkar bin û rê bidin ku partiyên li Rojava biryareke xwe ya serbixwe bidin.”

Salih Gedo di dawiya axaftina xwe de bang li tevger û partiyên siyasî yên Kurdî kir ku berjewendiyên gelê Kurd ê li Sûriyeyê daxwaza wan a yekemîn be, bi rihekî kurdewarî û bi yekdestî mafê gelê xwe biparêzin.

Etîket: Salîh Gedo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TJA dê li dijî bûyerên tacîz û destdirêjiyê xebata hashtagê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em azadiya birêz Ocalan pêk bînin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (598)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne