• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi ser Komkujiya 33 Gule re 82 sal derbas bûn: Geliyê Sefo hê jî qedexe ye

Bazîd Evren / AW

29 TÎRMEH 2025 - 08:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Bi ser kuştina 33 gundiyên Seravê ku weke “Bûyera 33 Gule” jî tê zanîn 82 sal derbas bûn. Lê Geliyê Sefo ku cihê komkujiyê ye û tê payîn ku hestiyên gundiyan li wir in, hêj jî qedexe ye.

Leşkerên Dewleta Tirk di bin fermandariya Fermandarê Artêşê yê 3yemîn Orgeneral Mustafa Mûglali de, di 28ê Tîrmeha 1943yan de li gundên Xerapsork, Êngiza Milan û Runexwir ên girêdayî navçeya Serav a Wanê 33 gundiyan bi hinceta “Sînor derbas kirine” binçav dikin û dû re jî digirin. Mufetişê Wezareta Karê Hundir Avnî Dogan diçe bi girtiyan re hevdîtin dike û fêm dike ku welatî bê sûc in. Lê qeymeqam û serbazê wê demê guhdariya mufetiş nakin û bi derewa “Ev kes diçin pozîsyona me ji Rûsan re dibêjin” biryara berdewamiya girtina gundiyan didin. Li ser fermana Mûglali di 30ê Tîrmeha 1943an de şev nîvê şevê leşker wan ji girtîgehê derdixin û radestî fermandarê tabûra sînor dikin. Leşker, 33 gundiyan dibin Geliyê Sefo yê girêdayî Koçkirana Jorîn a navçeya Qelqeliyê û dest û çavên wan girêdidin. Gundî, bi fermana Mûstafa Mûglali ku ji ewlehiya sînor berpirsiyar bû, tên kûştin û cenaze jî li wir tên hiştin.

Tenê gundiyek ji komkujiyê xelas dibe lê ew jî piştî 3-4 mehan dimire

Di vê komkûjiyê de tenê gundiyê bi navê Îbrahîm Keklîk (Apê Brahîm) ji ber ku di bin termên gundiyên din de dimîne, birîndar xelas dibe. Îbrahîm Keklîk, bi halê xwe yê birîndar derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe û piştî 3-4 mehan ew jî jiyana xwe ji dest dide. Bi ser bûyerê re 82 sal derbas bûn, lê hêj jî Geliyê Sefo di bin navê “Herêma Ewlehiyê” de qedexe ye. Xizmên gundiyên ku hatine qetilkirin jî gelek caran ji bo çûyîna Geliyê Sefo û hilgirtina hestiyên xizmên xwe serî li saziyên peywirdar dan, lê xwestekên wan tu carî nehatin qebûlkirin.

Mûglali hat parastin

Piştî 4 salan di sala 1947an de berpirsiyarê Komkujiya Geliyê Sefo Mûstafa Mûglali teqawît dibe û di sala 1950î de, di encama xebatên Partiya Demokrat a wê salê bû desthilat, tê darizandin. Di encama darizandinê de Mûglali, berpirsiyarê komkujiyê hat dîtin û cezayê îdamê lê hat birîn. Di vê darizandinê de leşkerên ku fermana Mûglali pêk anî û 33 gundî kuştin, sûcê Mûglali, derxisin holê. Lê, ewilî ji ber temenê wî cezayê li wî hatiye birîn daxistin 20 salan û dû re jî Dadgeha Bilind a Leşkerî ev biryar betal kir. Dadgehê Mûglali parast û nehişt ew bê girtin. Dê di 11ê kanûna 1951an de daneşîna duyemîn ya Mûglali pêk bihata, lê Mûglali, di 1ê kanûna 1951an de dimire û danaşîn nayê kirin. Ji wê demê ve ji bo zelalkirina bûyerê ti gav nehatin avêtin. Heta gelek malbatên ku xwestin hestiyên xizmên xwe bigirin, ji aliyê desthilatên Tirkiyeyê ve hatin darizandin.

Leşker li xwe mikûr tên

Komkujî di rapora serokwezîriyê de jî cih digire. Leşker jî li xwe mikûr tên û şahidiya komkujiyê dikin. Wê demê leşkerekî têkildarî komkujiyê gotiye: “Piştî 33 welatî binçav kirin mehekê di govê de hatin hiştin. Devê wan hat girêdan û nehiştin biaxivin. Leşker li wan siwar dibûn. Piştî derketim jiyana sivîlî min fêm kir ku ew bûyer çiqas kirêt bûye. Ez li wir weke robotan bûm. Li sivîliyê min xwe wek kûjer û xwînmij dît. Min dît ku li leşkeriyê ne mirovahî, ne ol û ne jî îman heye.” Leşkerekî ji Nîgdeyê Îsmaîl Çolak jî der barê bûyerê de gotibû “Gundî li erdê dirêj kiribûn. Bi fermana ‘êriş bike’ me dest bi gulebaranê kir. Guleyên min xelas jî bibûn lê ez hêj di pozîsyona êrişê de bûm. Mirov li ber çavê min bêruh dirêj dibûn. Piştî komkujiyê em bi xwendina sirûda ‘Serê çiya bi duman e’ vegeriyan Seravê.”

Navê Mûglali li qişleyê kirin

Navê Mûstafa Mûglali, piştî salên dirêj di sala 2004an de li qişleya leşkeran a Qelqeliyê hat kirin. Li ser nerazîbûn û gilîkirina gel di sala 2011an de navê qişleyê bi navê “Şehît Astsubay Erkan Durukan” hat guhertin. Şaredariya DBPê ya Qelqeliyê di 2010an de xwest li navçeyê Parka 33 Gule çêbike, lê Serokatiya Serfermandariya Giştî avakirina parkê asteng kir. Li ser vê yekê şaredariyê ji bo bîranîna 33 kesan ji fîgurên 33 gule logoyek çêkir. Piştre qeyûmê tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin fîgurên di logoya şaredariyê de cih digirt guherand.

Etîket: 33 GuleKomkujiya Geliyê Sefo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mustafa Avci: Divê astengiyên li pêşiya rêveberiyên herêmî bên rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (782)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne