* Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîn a tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê nirxand, wiha got: “Aştiyeke mayînde di azadiya birêz Abdullah Ocalan re derbas dibe.”
* Nûnerên rêxistinên sivîl ên demokratîk ku tev li çalakiya “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” bûne, diyar kirin ku çareserî bi aştiya civakî pêkan e û ew ê li Enqereyê banga mîsogeriya aştiya civakî û azadiya Abdullah Ocalan bikin.
* Aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel ku beşdarî Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê bûye li ser armanca meşê nirxandin kir û çavdêriyên xwe yên li ser meşê parve kir.
* Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê ku ji Amedê dest pê kir, dê îro li Edeneyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)
* Nobeta li ser Sînorê Nisêbîn Qamişlo ku ji aliyê DBP, TJA û DEM partiyê ve hatiye destpêkirin dê bidome.