Dayika Mehmet Bahaddîn Oncu yê ku 30 sal in girtî ye, Vahîbe Oncu çû ser dilovaniya xwe. Mehmet Bahaddîn Oncu xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe. Lê rayedarên girtîgehê bi hinceta “ewlehiyê” destûr nedan ku beşdarî merasima cenaze bibe.
Dayika Aştiyê Vahîbe (Vesîle) Oncu, du roj berê krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Oncu, cenazeyê Vahîbe Oncu, li gundê Prîketa yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê defin kirin. Mehmet Bahaddîn Oncu ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa D a Bodrumê tê ragirtin, xwest beşdarî merasîma definkirina cenazeyê dayika xwe bibe û serî li rêveberiya girtîgehê da. Lê rêveberiya girtîgehê destûr neda ku beşdarî merasima cenazeyê dayika xwe bibe.
Hat zanîn ku ji ber îdiaya “Em nikarin ewlehiya herêmî biparêzin” a Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê destûr nehat dayin ku Oncu beşdarî merasîma definkirinê bibe.