Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê plana Serokwezîr Binyamin Netanyahu ya ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê, erê kir. Îsraîl ragihand ku ew plan dikin ku li Xezeyê rêveberiyeke nû ya “sivîl” ava bikin.
Di daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Serokwezîrtiyê ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku li ser esasê “têkbirina Hamasê” artêşa Îsraîl ji bo kontrolkirina bajarê Xezeyê wê amadekarî bike.
Kabîneyê weke “hêmanên qedandina şer” ev made qebûl kirin: Hamas çekan deyne, hemû dîlgirtî –mirî yan jî zindî- bên vegerandin, Xeze ji leşkeran were paqijkirin, Îsraîl kontrola ewlehiyê bi dest bixe û ji dervey Hamas yan jî Rêveberiya Filîstînê rêveberiyeke sivîl were avakirin.
Lê plan bi taybetî ji bo krîza giran a mirovî ya li Xezeyê û ewlehiya dîlgirtiyan, fikarên cidî çêdike. Gotûbêjkarê berê yê DYAyê yê Rojhilata Navîn Aaron David Miller daxuyanî da CNNê plan weke “xeyalî” û “pêkanîna wê pir zehmet e” pênase kir. Miller ev hişyarî da: “Ev operasyon hem ji bo dîlgirtiyan hem jî ji bo sivîlên Fîlîstînî yên li Xezeyê wê bibe sedemê windahiyên giran.”
Tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya planê de nêzî yek milyon Xezeyî di nava 5 mehan de tahliyeyi başûrê bajêr yan jî kampên navendî bên kirin. Tê plankirin ku piştî vê tahliyeyê, li bajêr dorpêç û liv û tevgera bejahî destpê bike.
Netanyahu diyar kir ku armanca wan “tunekirina Hamas e” û piştre herêmê dewrî hêzên Ereb ên dijberê Hamasê bikin.
Biryar di nava Îsraîlê de jî bû sedema nîqaşan. Di dema civîna Kabîneyê de li seranserî welêt protesto hatin lidarxistin, gelek welatî dibêjin ku jiyana dîlgirtiyan dikeve xeteriyê. Civaka navneteweyî jî bi bîr dixe ku krîza birçîbûnê ya li Xezeyê kûr bûye û divê alîkariya mirovî were zêdekirin.