• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li ber girtîgehê bang kirin: Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin

    Li ber girtîgehê bang kirin: Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin

    Abdullah Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

    Abdullah Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn

    Rojnameger Denîz Firat di salvegera 11an de hate bibîranîn

    Rojnameger Denîz Firat di salvegera 11an de hate bibîranîn

    Bi sedan kes serdana şîna endamê HPGê kirin

    Bi sedan kes serdana şîna endamê HPGê kirin

    HPG ragihand ku êrişên Tirkiyeyê didomin

    HPG ragihand ku êrişên Tirkiyeyê didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li ber girtîgehê bang kirin: Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin

    Li ber girtîgehê bang kirin: Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin

    Abdullah Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

    Abdullah Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn

    Rojnameger Denîz Firat di salvegera 11an de hate bibîranîn

    Rojnameger Denîz Firat di salvegera 11an de hate bibîranîn

    Bi sedan kes serdana şîna endamê HPGê kirin

    Bi sedan kes serdana şîna endamê HPGê kirin

    HPG ragihand ku êrişên Tirkiyeyê didomin

    HPG ragihand ku êrişên Tirkiyeyê didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan bi encamnameyekê bi dawî bû

Navenda Nûçeyan / AW

8 TEBAX 2025 - 15:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi encamnameyekê bi dawî bû.

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi beşdariya 500 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çandê ya Hesekê ya kantona Cizîrê hate lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Serokê Meclîsa Êla El Teyî ya Ereb Hesen Ferhan encamnameya konferansê xwend.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke nîştimanî ya hestiyar de û bi berpirsyariyeke hevbeş li hember rewşa heyî û siberoja welat hate lidarxistin. Di konferansê de vîna nûnerên ji tevahî pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Ermen û Çerkes amade bûn. Pêkhateyan pabendbûna xwe ya hevbeş li hember rêveçûna nîştimanî ya demokratîk a berfireh a li ser bingeha pirrengî, şirîkatî û hemwelatîbûna wekhev anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beşdarên konferansê behsa kûrahiya dîrokî, dewlemendiya çandî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, paşguhkirin û dûrxistina ku ji hêla pergalên navendî ya li Sûriyeyê ve, kir. Ev yek bi taybet di serdema rejîma hilweşyayî de hat kirin. Rejîmê li dijî pêkhateyên herêmê siyasetên sîstematîk ên çewisandina nasnameyan, lawazkirina binesaziya civakî û aborî, ferzkirina projeyên guhertina demokratîk, mehrûmkirina şêniyan ji mafên xwe yên bingehîn ên temsîlkirin û beşdarî û geşepêdana adilane, pêk anîn.

Di berdewama daxuyaniyê de ev yek hate gotin:

“Tiştê îro di vê qonaxa dîrokî ya werçerxê de ji reftar û kiryarên rojane yên li dijî xelkê Sûriyeyê nexasim li dijî xelkê peravê, Siwêdayê û xiristiyan pêk tên, dikevin xana sûcên dermirovî. Pêdiviya wan bi lêpirsîneke yekalî û xebateke zelal û şefaf heye, ji bo ku sûcdar kî dibin bila bibin werin diyarkirin. Ev sûc li dijî tevahî mozaîka neteweyî ye.”

Di konferansê de hat aşkerakirin ku pirrengiya neteweyî, olî û çandî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jêdera dewlemenedî û hêzê ye. Divê ev pirrengî di binyada siyasî û rêveberî de were xurtkirin û temsîla tevahî pêkhateyan were kirin. Modela Rêveberiya Xweser modeleke hevbeşî ye dikare were pêşxistin û xurtkirin û ji bo birêvebirina civakî ya demokratîk modeleke zindî ye.

Beşdaran fedakariyên ku HSDê di parastina herêmê û rûmeta gelên wê de dane, silav kirin û got HSD ji bo avakirina artêşeke nîştimanî ya Sûriyeyê ya nû, pîşeyî û dilxwazî dendika pêwîst e. Ji ber ku temsîla rast a civaka Sûriyeyê dike, welat û xaka wê diparêze.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ji ber baweriya me bi yekitiya Sûriyeyê û serweriya wê, em diyar dikin ku çareseriya maydîne bi destûreke demokratîk pêkan e. Ji ber ku ew destûr dewleteke nenavendî ava dike ku beşdariya rastîn a hemû pêkhateyan di pêvajoya siyasî û îdarî de, li gorî azadiya baweriyê, edaleta civakî û rêveberiyeke baş, garantî dike.”

Girêdayî mijarê beşdaran diyar kir ku Danezana Destûrî ya heyî daxwazên gelê Sûriyeyê yên azadî û rûmeta mirovahiyê pêk nayne. Ji lew re divê ji nû ve lêvegereke çêbe ku misogeriya beşdariya berfireh û temsîlirina edilane di vê qonaxa veguhêz de, pêk bê.

Konferansê destnîşan kir ku pêdiviya pêkanîna lihevhatina nîştimanî bi destpêkirina rêveçûna aktîv ji bo edaleta pêvajoya veguhêz heye. Da ku rastî were aşkerakirin, lêpirsîn bêyî tu cudahiya çêbe û were misogerkirin sûc dubare nebin. Ev jî jîngeheke guncaw ji bo vegera ewle û rûmet û dilxwazî ji koçberan re ava dike.

Beşdaran girîngî da rola aktîf a jinan, ciwan û civaka sivîl di pêşengiya proseya jinûve avakirinê, xurtkirina nirxên aştiya navxweyî, diyalogê, redkirina kîndariyê de.

Di konferansê de hat gotin ku divê jinûve dabeşbûnên îdarî yên niha di ber çavan re werin derbaskirin ku li gorî rewşa demografî û geşepêdanî ya Sûriyeyê be û taybetmendiyên erdnîgarî, dîrokî û çandî ya civakên xwecih nîşan dide.

Di konferansê de Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSDê û hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin, encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî hatin nîqaşkirin û hat diyarkirin ku ew li gorî wê tev digerin ku weke gavên avaker ên ber bi lihevkirineke nîştimanî ya berfireh in, baweriya sûriyeyiyan bi welat û siberoja hevbeş vedigerîne.”

Ji bo avakirina projeyeke nîştimanî ya berfireh ku Sûriyeyê ji krîza wê ya niha derdixe, di konferansê de banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya berfireh hatr kirin ku tê de tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk beşdar bin. Ji ber ku ev kongre dê di xêzkirina nasnameya nîştimanî ya rastîn a berfireh de ji bo tevahî Sûriyeyiyan bibe alîkar.

Di dawiyê de hat gotin ku belgenameya ji Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye û naveroka wê; vîna azad, hişmendiya giştî ya hevbeş, israra avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, pirrengî, nenavendî nîşan dide.

Wê di çend rojên bê de belgenameya ku beşdaran di konferansê de erê kiriye, were eşkerekirin.

Etîket: Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

8 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (114)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne