Dosye – 5: Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî ve
Amed – Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs destnîşan kir ku amade ne ku ji bo yekîtî û yekrêziya neteweyî hemû bedelan bidin û got: “Yekîtî û yekrêziya me misogeriya hebûn, nasname, ziman, çand û axa me ye.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 24ê Gulana 1999an de bi amadebûna 700 nûner, mêvan û dostên Kurdan, nûnerên gelê Kurdistanê li bajarê Amsterdam yê Holandayê hat damezrandin.
KNK 26 sal in li seranserê her çar pareyên Kurdistanê û Ewropayê, ji bo yekîtiya netewî ya Gelê Kurd têkoşînek bê hempa dide meşandin. Meşa KNKê ji roja ewil ve ji bo yekbûna Kurdan e û di vê çarçoveyê de tevî hemû astengiyan ji bo Gelê Kurd xebatek pîroz da meşandin û ev xebat heya roja me ya îro dewam dike.
KNK bi şêweyê parlamenekê ye û tê de li ser pirsgirêkên netewî û siyasî guftugo û nîqaş tê kirin. Ev rêxistin stûnên xwe li ser bingehê Konfederalîzma Demokratîk daniye û bi sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin. Her du salan carekê hilbijartina endamên rêveberiyê û hevserokatiyê tê kirin. Di kongreya herî dawî ya KNKê hatî kirin de Zeyneb Muradî û Ehmed Karamûs weke hevserok hatin hilbijartin.
KNKê li gel bi sedan civîn, konferans, komxebat û kombûnên li ser mijarên cuda cuda, heta niha 22 kongreyên giştî li Ewropa, Başûr û Rojavayê Kurdistanê li dar xistiye. Her wiha KNKê Ji wê demê ve ji bo pêkanîna yekitiya netewî ya Kurdan bi dehan civîn û şêwir li cihên cûda yên Kurdistan û derveyî welat li darxistiye.
Hevserokê KNKê Ehmed Karamûs li ser xebatên xwe yên têkildarî yekîtiyê û rol û misyona KNKê ji ajansa me re axivî.
Ehmed Karamûs, bal kişand ser meş û mitînga ku bi boneya salvegera 102yemîn a Peymana Lozanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di pêşengtiya 17 tevgerên Kurdistanî hate lidarxistin û da zanîn ku li ser çareseriya pirsgirêka Kurd ev meş û mitîng li darxistine. Ehmed Karamûs da zanîn ku di bin banê KNKê de ji her çar beşên Kurdistanê nêzî 40 partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl û kesayet hene û diyar kir ku hin partî, sazî, dezgeh û kesayet jî tev li bin banê KNKê de cih nagirin. Ehmed Karamûs bi lêv kir ku partiyên ji her çar beşên Kurdistanê di bin banê sîwana KNKê de hene.
‘Pêdiviya gelê Kurd bi pêkanîna yekîtiyeke neteweyî heye’
Ehmed Karamûs destnîşan kir ku pêdiviya gelê Kurd bi yekrêziyekê heye û wiha got: “Pêdiviya Kurdan bi pêkanîna yekîtiyeke neteweyî heye. Ev ne yeke wisa ye ku em bi şêwazeke klasîkî behs dikin. Ji ber ku rewş, çareserî, modelên nû li tevahiya cîhanê tên guhertin, şert û mercên me jî li her çar parçeyên Kurdistanê diyar in ku modela çareseriyê dê bi çi rengî bi xwe re bînin. Îro daxwaza me ya stratejîk ew e ku li gorî şert û mercên beşên Kurdistanê çi rê û rêbaz jê re pêwîst e li gorî wê çareser bibin. Li Başûr bi wî rengî bûye, li Rojava bi wî rengekî din dibe li Rojhilat em bi destpêkeke şoreşeke hin berfirehtir re rûbirû ne. Zemîn û derfetên wê hene. Rewşa li herêmê diyar dike ku dê guhertinên cidî çêbibin. Li bakurê Kurdistanê pêvajoyeke nû heye. Ji salên 1993yan heta îro çend pêvajoyên cuda cuda hatine destpêkirin lê negihiştine encameke çareseriya mayînde. Pêvajoya di Cotmeha 2024an de li bakurê Kurdistanê dest pê kiribû, bi bangawaziya birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de kiribû dimeşe. Ev hemû ji bo yekîtî û yekrêziya her çar beşên Kurdistanê gelek girîng in. Derfetek, bingehek heye. Konjonktorên pêkanîna yekîtiya neteweyî di vî warî de dikare çawa bibe? Astengiyên li pêşiya me çi ne?”
‘Pêwîste li her beşeke Kurdistanê hemû partî û rêxistin yekhelwesta xwe pêk bînin’
Ehmed Karamûs bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî yekîtiya neteweyî ji Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî re şandiye û wiha domand: “Peyameke girîng, pêwîst û stratejik e. Naveroka peyamê û daxwazên birêz Ocalan ên derheqê pêkanîna yekîtiya neteweyî de em hemû têdigihijin an na? Lê diyar e ku pêwîst e pêk were. Herkes li ser vê fikrê mûtabiq e. Tu şik û gumana gelê me yê li her çar aliyê welat û derve tune ye. Vêca em yekîtiyeke çawa dixwazin? Em di meseleya yekîtiyê de gelo weke hevdû difikirin? Weke KNK li ser esasên îdeolojîk ji bo yekîtiya neteweyî li pêşiya me zehmetiyeke gelekî girîng heye. Heke herkes di çarçoveya îdeolojîk de nêz bibe zehmetiyeke gelek girîng e. Pêwîste em meseleyên îdeolojîk bidin alîyekê hemû hêz û partî û rêxistinênên Kurdistanî û pêkhateyên ku li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn divê em di vê mijarê de dest bi dan û standinekê bikin. Pêwîste li her beşeke Kurdistanê hemû partî û rêxistinên siyasî yekrêzî, yekdengî û yekhelwesta xwe pêk bînin. Dema ku van li gor şert û mercên xwe, li gor derfetên xwe li hevdû kir, pê re dikarin di asta her çar beşan de û dîasporayê de konferanseke neteweyî pêk were. Ku her beşek rê û rêbazên yekrêziyê nîqaş bike li hev bike û yekrêziya xwe pêk bîne em ê pê re vegerin ser her çar beşên Kurdistanê. Bila li hin deveran otonomi be, li hin deveran federal be, li hin deveran xweserî be, li hin deveran rê û rêbazên cuda bin. Di vir de hebûna Kurd, nasnameya Kurd, zimanê Kurd di warê siyasî û qanûnî de ku misogeriyek jê re hebe. Niha kar û xebatên me yên ji bo vê yekê berdewam dikin. Heta radeyekê li Rojavayê Kurdistanê li ser hin mijaran li hev hatinek heye. Hewldanên ji bo Rojhilat wiha ye, li bakurê Kurdistanê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li gor şert û mercên xwe pêvajoyek daye destpêkirin. Divê em girîngiyê bidin van ku yek rêzî çêbibe. Em bi hêvî ne ku dê di demeke nêzîk de ev pêngave bê destpêkirin. Em bi hêvî ne ku em ê bikaribin yekrêziya xwe pêk bînin.”
‘Em banga birêz Ocalan div ê çarçoveyê de dibînin’
Ehmed Karamûs, bi lêv kir ku li gorî şert û mercên herêmî û navdewletî jî de pêwîstiya wan bi yekîtiyê heye û got: “Misogeriya ku hem pêvajoyê bileztir bike hem jî destkeftiyên me yên heyî û yên ku pêk werin dê bikaribe garantiya wê bi xwe re bîne.”
Ehmed Karamûs wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derbarê KNKê de bangawaziya birêz Ocalan heye, em bangawaziya wî gelekî girîng dibînin. Bi taybetî ji bo cenabê kek Mesûd Barzanî jî, ji bo kek Bafil Talabanî jî ji bo Rojhilat û Rojava jî bûye, em vê weke erkeke neteweyî weke rol û mîsyoneke niştimanî dibînin. Em amade ne ku ji bo yekîtî û yekrêziya neteweyî hemû bedelan bidin. Heke derfet hebe em dikarin bi beşdarbûna wan a di vê qonaxê de KNKê berfirehtir bikin. Model û çareseriyên nû jî hebin ji bo wê em amade ne ku wan jî şirove û nîqaş bikin. Em bangawaziya birêz Ocalan di vê çarçoveyê de dibînin. Divê em teqez yekrêziya xwe pêk bînin.”
‘Lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd erkeke neteweyî ye’
Ehmed Karamûs destnîşan kir ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd weke erkeke netewî dibînin û wiha pê de çû: “Her partî, sazî, rêxistin û kesayetên niştîmanî wê berpirsyariyê li ser milê xwe hîs nekin û îdrak nekin bêguman dê ji bo KNKê gelekî zehmet be ku em bikarin wê pêngava sereke pêk bînin. Niha kar û xebatê me ew e ku em têgihiştina yekrêziya neteweyî di dan û standin, diyalog, konferans, panel û hemû pêwendiyên xwe de şirove bikin. Em rewşa jeopolîtîk û konjonktura heyî em di hemû waran de dinirxînin, analîz dikin. Erka dikeve li ser milê me ew e ku dixwazin bi rêya dan û standinê li gel hemû partiyên Kurdistanî parve bikin. Em li vir dixwazin bi zîhniyeteke niştîmanî li gel hemû hêz û partiyên siyasî biaxivin. Rewşa nû ne rewşa salên 70, 80 û 90î ye. Ev berpirsyartî dikeve ser milê herkesê. Divê bi erk û mesûliyeta xwe rabin ku kongreyeke neteweyî ya berfireh çêbibe. Divê meseleyên îdeolojîk deynin aliyekî em bi zîhniyeteke berfireh, demokratîk û berjewendiyên gelê me û paşeroja me dê bi çi şêwazî were misogerkirin, em bixin rojevê û em hemû li ser wê dan û standinê û nîqaşan bikin. Da ku bigihin wê encama xwe ya sereke ya yekîtiya neteweyî ku ji bo me hemûyan pêwîst e. Di bin banê partî û rêxistinekê de yekîtiya neteweyî pêk nayê. Divê hemû alî beşdar bibin. Divê herkes bi berpirsyartiya niştimanî destê xwe deyne bin kevirî ku yekîtiya neteweyî pêk were. Heke bi vî rengî nebe dê herkes li gorî berjewendiyên partiyên xwe tevbigere û dê yekîtiya neteweyî çênebe. Divê em hebûna xwe bi ser her tiştî re bigirin. Îro metîrsiyeke mezin li hemberî me û destkeftiyên me hene. Heke em di vê qonaxê de pêk neînin metîrsîdariyeke ku peymana Lozanê ya duyem pêk were û sedsaleke din jî Kurd bêpar bimînin. Di vê qonaxa ku guhertin di Rojhilata Navîn û cîhanê de çêdibin Kurd naxwazin bi peymaneke wiha re rû bi rû bimînin. Yekîtî û yekrêziya me misogeriya hebûn, nasname, ziman, çand û axa me ye.”
‘Me bernameya serdanan daniye pêşiya xwe’
Ehmed Karamûs da zanîn ku bi hemû partî û rêxistinên Kurdistanê re dan û standin kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di asta navdewletî û dîplomasiyê de ji dostên gelê Kurd dixwazin ku bi rêya pêwendiyên xwe ew jî piştgiriyê bikin. Da ku ev yekrêziya me û yekîtiya me pêk were. Belê piştgiriya dost û hevalbendên me gelekî girîng e, lê berpirsyartiya niştimanî dikeve ser milê hemû partiyan. Îro li her çar beşên Kurdistanê, li dîasporayê bi rêya dan û standin, diyalog, konferans, panel, bi hemû rengî nexşerêyek li pêşiya me ye. Em bi hemû partî û rêxistinên Kurdistanî re, di nava dan û standinekê de ne ku em ê çawa bikarin derfetên hevkarî û yekrêziyê bi dest bixin. Me çi li Başûr, Rojava, Rojhilat, Bakûr û dîasporayê bernameya serdanan danîye pêşiya xwe. Weke KNKê şert û mercên heyî û guhertin erkeke din dide ser milê me. Me bergeha kar û xebatên xwe hîn berfirehtir kiriye. Em dixwazin KNK di demên pêş de bi awayekî profesyonel berfireh di dan û standinên xwe de hin bêtir realîst bin û bikaribin hemdemî bifikirin. Piştgiriyeke xurt ji vê helwesta me re heye. Em bi hêvî ne ku di vê qonaxê de serbikevin. Bangawaziya me ji partî û rêxistinên ku di dan û standin û helwestên xwe de rasyonalîzmê li ber çavan negirin ku hîn bi zihniyeta salên 70 û 80yî de tevdigerin careke din helwesta xwe li ber çavan bigirin. Em bi diyalog, dan û standin û nîqaşan dikarin bigihin encameke pêkanîna yekîtiya neteweyî û yekrêziyê.”
Sibê: Jinên Kurd dê ji yekîtiyê re pêşengtiyê bikin