Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Semsûrê bi tevlêbûna Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat 1emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kerem Canpolat anî ziman ku bi vê kongreyê armanc dikin ku xwe bigînin hemû malbatan û piştevaniya malatan xurt bikin.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Semsûrê, 1yemin Kongreya Asayî ya komeleyê pêk anî. Li salona kongreyê pankartên “Parastina Jiyanê, avakirina aştiyê ye”, “Bi Civaka Demokratîk û Aştiyê ve ber bi Azadiyê ve” vekirin. Di kongreyê de Hevserokên MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat, Pinar Sakik Tekîn, parlamentera DEM Partiyê Edalet Kaya û gelek malbatên girtiyan amade bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Di serî de Hevserokê MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat anî ziman ku bi vê kongreyê armanc dikin ku xwe bigînin hemû malbatên xwe yên girtiyan û piştevaniya malbatan xurt bikin.
Parlementera DEM Partiyê Adalet Kaya jî anî ziman ku di vê pêvajoya têre derbas dibin êdî Kurd xwedî hêz in û dewleta tirk jî dizane ku nikarin li Rojhilata Navîn li ser piyan bimînin û êdî mohtacê Kurdan in.
Kongre piştî axaftinan bi xwendina raporên maliyê û xebatan berdewam kir. Piştî rapor ji aliyê pêkhateyê ve hatin erêkirin hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Sabahatîn Korkmaz, Fatîh Yalçinkaya, Perîhan Yucekaya, Sema Yalçin, Mursel Akil, Haldun Çelîk, Gazî Guler, Done Goksungur, Îsmet Taylan, Adil Denîz, Mehmet Pekmezci, Abûzer Çabuk, Îmam Guzel, Alî Alper, Erkan Karakoç, Azîz Yildiz hatin hilbijartin, Kongre bi axaftina girtinê bi dawî bû.