Komek ciwanên çepgir li Ewropa êrîşên li ser Rojava şermezar kirin û xwestin êrîş bi dawî bibin.
Ciwanên çepgir û enternasyonalîst li Paytexta Roma ya Îtalyayê çalakî pêk anîn. Rexistinên cepgir û xwendekaran ji bo sermezakirina êrişên li ser Rojava û Filistine, ji bo demekê kargeha çêkirina çekan bi nave “Leonardo” ku yek ji yên herî giring a cîhanê ye, dagir kirin. Ciwanan alên KCKê rakirin û pankartên bi diruşma “Ji Rojava heta Filistine, Leonardo qatîl e” rakirin.
Dîsa nûnerên rêxistinên cûda li Venezia, bi nave “Defend Kurdistan”, ji bo şermezakirina êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava, konsolosxane Tirkiyeyê dagir kirin. Nûneran pankarta “Kurdistan Bipareze, şerê Global biqedîne, Erdogan Terorist” rakirin.