Cenazeyê xebatkar û têkoşerê neteweya Kurdistanê Nureddîn Sofî ku 6ê Nîsana 2021an de di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû û duh şehadeta wî hat ragihandi wê îro bînin Qamişlo.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGê duh (11 Tebax 2025) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku yek ji pêşengê Şoreşa Rojava û fermandarê berê yê HPGê Nûredîn Sofî yê ji sala 1990î ve di refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt û ji sala 2013an ve jî pêşengiya Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir, 6ê Nîsana 2021an di êrişa dewleta Tirk de li Herêma Garê jiyana xwe ji dest daye.
Piştî ragihandina şehadeta Sofî, li Qamişlo konê sersaxiyê hat vedan. Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê jî dest bi amadekariyên merasîma cenaze kir.
Li gorî agahiyên ku Meclisê dane ANHAyê; cenazeyê fermandar Nûredîn Sofî wê îro ji Morga Nexweşxaneya bajarê Dêrikê, bi karwanekî mezin bînin bajarê Qamişlo.
Karwanê cenaze wê li bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbesipiyê ku li ser rêya Qamişlo ne, bi girseyî bê pêşwazîkirin.
Piştî cenaze bigihîje Qamişlo, wê li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê saet di 17.00an de merasîmek girseyî bê lidarxistin.