Amed – MKGê têkildarî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyanî da û got: “Ev êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî rojnamegeran hem sûcekî li dijî çapemeniya azad hem jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopînin, têkildarî qetilkirina balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de daxuyaniyek dan.
MKGê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Em êrişa li ser çapemeniya azad şermezar dikin!” de wiha got: “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin dema ji bo ragihandina heqîqetê xwe dixistin talûkeyê û peywira xwe bi cih dianîn bi êrişa SÎHAyan jiyana xwe ji dest dan. Ew ê nikaribin rastiyan bêdeng bikin ! Ev êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî rojnamegeran hem sûcekî li dijî çapemeniya azad hem jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ji bo kedkar Ezîz Hec Bozan jî şifayê dixwazin, em rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”