Parêzer Emîr Reîsyan ragihand ku dadgeha Rejîma Îranê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî erê kiriye.
Arîn TV li ser agahiya parêzer Emîr Reîsiyan ê Şerîfe Mihemediyê têkildarî cezayê Şerîfe Muhamiye nûçeyek parve kir. Arîn TV di nûçeyê de destnîşan kir ku Şaxa 39emîn a Dadgeha Bilind a Rejîma Îranê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kiriye. Li gorî nûçeyê Dadgeha Bilind ya Îranê bêyî ku kêmahiyan li ber çavan bigire, der barê Şerîfe Mihemediyê de cezayê darvekirinê erê kiriye.
Der barê bûyerê de:
Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiyê ye û li bajarê Reşt niştecih dijîya. Şerîfe Mihemedî, di Kanuna 2023yan de bi hinceta “Propagandaya li dijî dewletê” kiriye hatibû binçavkirin. Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê di 4ê Tîrmeha 2024an de cezayê darvekirinê lê birîbû. Piştî wê di 12ê Cotmeha 2024an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin. Lê careke din di 13ê Sibata 2025an de ji aliyê Serokê Şaxa 2yan a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemediyê hatibû pejirandin.