• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

    KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

    KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

    Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

    Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji sedî 43 kes baş bi zimanê zikmakî diaxivin

17 TEBAX 2025 - 14:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê li 23 bajaran anketa li ser zimanê dayikê amade kir. Li 23 bajaran li ser 2 hezar û 378 kesan anket amadekir. Li gorî encama anketê ji sedî 43 kes zimanê zikmakî baş diaxivin. Ji zedî 40.1ê dayik bû bavan bi zarokên xwe re bi tirkî di axivin.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, li ser rewşa zimanê zikmakî li 23 bajaran anketa “Asta bikaranîna zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî û daxwaz û meylên ji bo zimanê dayikê” ya li Tirkiyeyê, amade kir. Navenda Lêkolînê anket di navbera 17-21ê Tîrmeha 2025an de amade kir. 2 hezar û 378 kes beşdarî anketê bûn. Navenda Lêkolînê anket li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Samsun, Balikesîr, Antalya, Mêrsîn, Bursa, Edene, Amed, Erzirom, Semsûr, Wan, Mêrdin, Riha, Çêwlig, Agirî, Şirnêx, Dîlok, Êlih, Dêrsim, Meletî û Sêrtê amade kir.

Li gorî daneyan ji 2 hezar û 378 kesan ji sedî 88,2yê wan gotin bi zaravayê kurmancî di axivin. Ji sedî 10,4an got ku bi zaravayê Kirmanckî û yên din jî gotin bi zaravayên din diaxivin. Ji sedî 23,5’ê beşdaran gotin zimanê dayikê “pir başe”, ji sedî 43,2yan got “baş” diaxivin û ji sedî 16,2yan jî got “nebaş” diaxivin. Di anketê de, piraniya kesên gotin zimanê dayikê pir baş an jî baş diaxivin kesên sere bûn û yên nebaş diaxivîn jî ciwan in.

Di anketê de ji sedî 27,8ê beşdaran gotin ku bi hevjînên xwe re tenê bi Tirkî diaxivin. Di anketê de ji bo hînkirina rêjeya bikaranîna zimanê dayikê ya di nava malbatê de pirs hatin kirin. Li gorî bersivand; ji sedî 33,6ê beşdaran zarokên wan tune ne, ji sedî 40,1ê jî got ku zarokên wan bi wan re bi Tirkî diaxivin. Hat diyarkirin ku hejmara kesên dibêjin bi wan re piranî bi Kurdî tê axaftin jî ji sedî 24,7 e.

Dayik û bav bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin

Ji bo pirsa “Asta zanîna zimanê dayikê ya zarokê/a we çi ye?” jî ji sedî 33,6ê beşdaran gotin “Zarokê/a min nîne”, “ji sedî 7,3yan got “Pir baş e”, “ji sedî 13,5ê got “baş e”. Ev encam jî di anketê de wiha hate nirxandin: “Ev daneye nîşan dide ku her çend dayik û bavên beşdaran bi wan re bi Kurdî biaxivin jî, beşdar bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin.”

Ji sedî 33,6ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo haya wê jê heye ku mafê zarokên we heye ku li dibistanê dersên Kurmancî-Kirmanckî hilbijêrin?” gotin “Zarokên min tune ne”, ji sedî 45,5ê got “Erê”, ji sedî 21ê jê got “Na”. Ji bo pirsa “Di nava rojê de hin çiqas bi zimanê dayikê diaxivin.” Ji sedî 57,1ê beşdaran got “Ez piranî diaxivim”, ji sedî 25,7ê beşdaran got “Car bi car diaxivim”, ji sedî 12,3ê got “Ez kêm diaxivim” û ji sedî 4,9an jî got “Ez qet naxivim.”

Ji beşdaran pirsa “Gelo hûn çiqas li muzîkên bi zimanê dayikê guhdarî dikin” hate pirsîn. Ji beşdaran ji sedî 77,9an jê got “Ez piranî guhdarî dikim”. Rêjeya xwendina pirtûkên bi zimanê dayikê hate pirsîn û ji beşdaran ji sedî 15,4an jê got “Pir baş” û ji sedî 22’yan jî got “Baş e.”

Daxwaza perwerdeya Kurdî, zêdetirî sedî 97

Di anketê de têkildarî parastin, pêşxistin û daxwazên têkildarî zimanê dayikê jî hatin kirin. Ji sedî 97,9ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo hûn dixwazin di hemû qedemeyên dibistanên Tirkiyeyê de Kurdî zimanê perwerdeyê be?” got “Erê”.

Ji bo pirsa “Ji bo parastin û pêxşistina zimanê dayikê, pêşniyara we ya ewil çi ye?” jî ji sedî 51,9ê beşdarna got “Divê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê derfet bên dayin”, ji sedî 16,6an got “Naskirina fermî/statu/qanûnî ya zimanê dayikê”.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

1 TÎRMEH 2026
KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

1 TÎRMEH 2026
Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

Gelê Til Eran û Til Hasilê banga berdana zarokên xwe kirin

1 TÎRMEH 2026
KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

KNK: Îranê cezayê darvekirinê wekî çekekî bi kar tîne

1 TÎRMEH 2026
Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

Hêzên Şamê Til Eranê zarokek girt

1 TÎRMEH 2026
KCK: Bi ruhê Newrozê em qadên 1ê Gulanê tijî bikin!

KCKê qurbaniyên Komkujiya Sêwasê bi bîr anî

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (21)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne