Amadekariyên mitînga bi dirûşma “Ne tecrîd dê azadî bi ser bikeve” ya ku dê li Wanê were lidarxistin berdewam dikin. Mitînga ku ji bo civakîkirian pêvajoyê were lidarxistin dê di 23yê Tebaxê de li Wanê were lidarxistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 23’yê Tebaxê de li Wanê bi dirûşma “Ne tecrîd, dê azadî bi ser bikeve” mitîngekê li dar bixin. Di mitînga ku dê roja Şemiyê li Parka Musa Anter were lidarxistin de, dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir û endama TJA’yê Gultan Kişanak biaxivin. Di mitînga ku dê saet 17:00an de dest pê bike de, dê hunermend Xecê û Aylin Demirkaya jî derkevin ser dikê. Amadekariyên mitîngê navçe bi navçe, tax bi tax û kolan bi kolan berdewam dikin û bi sedan kes ku endamên meclisê, hevserokên bajêr û navçeyan ên DEM Partî û DBP’ê, endamên TJA’yê, hevşaredar û endamên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî tên kirin.