Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût di panela “Rojhilata Navîn û Geşedanên Nû” a ku di çarçoveya bernameyên “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” hat lidaristin de axivî, bal kişand ser bandora Îsraîlê ya di Rojhilata Navîn û diyar kir ku Îsraîl dixwaze bi piştgiriya Amerîka û Îngîltereyê hevsengiya Rojhilata Navîn biguherîne.
Di çarçoveya bernameya “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” de bi sernavên “Wêjekarên Hiqûqnas ên Kurd” û “Rojhilata Navîn û Geşedanên Nû” 2 panel hatin lidarxistin. Di panela “Wêjekarên Hiqûqnas ên Kurd” de ku moderatoriya wê Aryen Ersayan kir, parêzer Kadîr Kûtevî weke axîver cîh girt û behsa şexsiyetên girîng ên hem parêzer û hem jî wêjekar kir. Di panela “Rojhilata Navîn û Geşedanên Nû” de jî pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût derbarê geşedanên li Rojhilata Navîn de nirxandin kir.
‘Hiqûqnasan pêşengiya wêjeyî ya civakê kirine’
Di panela ewil de Kadîr Kûtevî, behsa rola hiqûqnasan a di nav wêje, ziman û dîroka Kurdî de axivî û diyar kir ku hiqûqnasên Kurd di heman demê de pêşengiya siyasî û wêjeyî ya civaka xwe kirine. Kadîr Kûtevî mînaka parêzerê navdar ê Amedî yê bi navê Bavê Tîco (Meleq) da û got: “Bavê Tîco seydayekî mezin ê wî çaxî bû. Taybetmendiya wî ya herî girîng ew e ku di dema dadgehkirina Serhildana Şêx Seîd de, di Dadgehên Îstîklalê de yekemîn kes bû ku qet bi tirkî neaxivî, bi kurdî parastina xwe kir û dewlet neçar kir ku parastina wî werger bikin. Ew bixwe piştre ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin.”
‘Parêzeran siyaset û wêje bi hev re meşandine’
Kadîr Kûtevî behsa nivîskarê sirûda “Ey Reqîp” Yûnis Raûf jî kir û da zanîn ku Yûnis Raûf ê ku di ciwantiya xwe de jiyana xwe ji dest da, hem parêzer hem jî helbesvan bûye. Kadîr Kûtevî anî ziman ku wî sirûda “Ey Reqîb” di zîndanê de nivîsandiye û malbata wî hemû di nav xebatên pêşveçûna wêjeyê de cih girtine. Kadîr Kûtevî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêşengê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed jî hiqûqnas e. Milet carna dibêje ‘em di siyasetê de ji parêzeran xelas nabin’, lê sedema vê yekê ew e ku di dîrokê de parêzer û hiqûqnas her dem karên parastina mafan, siyaset û wêjeyê bi hev re meşandine û di vî warî de bûne hîmê avakirinê.”
‘Hevsengiya Rojhilata Navîn gav bi gav diguhere’
Piştî panela “Wêjekarên Hiqûqnas ên Kurd” panela “Rojhilata Navîn û Geşedanên Nû” dest pê kir. Faîk Bûlût di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hevsengiya dîrokî ya li cîhanê û herêmê gav bi gav diguhere û got: “Hevsengiyeke 100 salî hebû, ev hevsengî ewilî bi şerê Rûsya û Ukraynayê re xira bû. Bandora vî şerî hem li ser Ewropayê hem jî li ser Rojhilata Navîn pir mezin bû. Pergal û nexşe li hev ketin. Pêngava duyemîn a ku ev hevsengî hejand, serdegirtina Hemasê ya li dijî Îsraîlê bû. Ev bûyer di dîroka Filîstîn û Îsraîlê de gava herî mezin bû û salek, sal û nîvekê pergala Îsraîlê serûbûn kir. Lê Îsraîlê piştre xwe berhev kir û hêza fîzîkî ya milîsên Hemasê ji 45 hezaran daxist kêmî 7 hezaran; yanî baskên wan şikandin.”
Bandora Îsraîlê ya li ser Rojhilata Navîn
Faîk Bûlût di berdewamiya nirxandinên xwe de behsa eniya Libnanê û operasyonên dronan û cîhazên bîperan kir û wiha pê de çû: “Hizbullahê di 6 mehên pêşîn de bi avêtina roket û dronan feleka Îsraîlê şaş kir. Lê Îsraîl piştî Hemasê rûyê xwe zivirand aliyê Libnanê. Bi operasyonên sîber û sîxuriyê 3 hezar endamên wan birîndar kirin an kuştin. Bi êrişên hewayî û sûîkastan 152 fermandên Hizbullahê û di serî de Hesen Nesrallah kuştin. Ew biryargeha ku 14 qat di binê erdê de bû, bi bombeyên herî giran ên Amerîkayê ku mirov bênefes dihêlin, hat rûxandin û kadroya lîder bi vî rengî çû. Netanyahû eşkere got ku ew ê bi piştgiriya Amerîka û Îngîltereyê hevsengiya Rojhilata Navîn biguherînin. Îranê bi 250 hezar milîsên Şîe yên ji Afganistan, Pakistan û welatên Ereb anîbûn, li Sûriyeyê xeteke parastinê ava kiribû. Lê Îsraîlê ev hêz jî pûç kir. Di nav 6 mehan de tenê 6 hezar subayên Îranê hatin kuştin. Ev yek nîşan dide ku rûyê herêmê êdî bi temamî diguhere.”





















