Enqere – Hat dîtin ku kesê li pêşiya Meclisê wesayîta “Toros” a spî şewitand, li ser tîşortê xwe wêneyê Muhsîn Yazicioglû dabû çêkirin.
Kesê bi navê M.E.F. îro serê sibehê li Enqereyê li pêşiya Deriyê Çankaya yê Meclisê wesayîteke “Torosê” ya bi rengê spî şewitand. Ev kes, piştre hate binçavkirin. Di dema şewitandina wesayîtê de vî kesî tîşortê bi rismê Serokê Partiya Yekitiya Mezin (BBP) Muhsîn Yazicioglu li xwe kiribû.
Kesê bi navê M.E.F. ku wesayît şewitand, di wê kêliyê de gotina “Ez edaleta Xwedê dixwazim.” qêriya.