Di rûniştina 2an a Komîsyona Meclîse de nûnerên ÎHD, Mazlûm-Der û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî axivîn û anîn ziman ku divê di qanûnan de serarastkirin bên kirin û girtiyên siyasî bên berdan.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin îro li meclîsê civîna xwe ya 5emîn li dar xist. Di rûniştina 1em a civîna 5emîn de Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê axivîn. Di rûniştina 2an de Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Tahîr Elçî, Mazlûm-Der wê bên guhdarkirin.
Di rûniştina 2an de Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban axivî. Huseyin Kuçukbalaban bi lêv kir ku ji ber ku komîsyon di qanûnan de tuneye ev yek pirsgirêk e û anî ziman ku wê çawa saziyên sivîl tevlî komîsyonê bibin wiha got: “Komîsyon hê jî ne xwedî bernameyeke ku aliyên şer guhdar bike ew jî kêmasiyek e. Mixabin tevî ku birêz Abdullah Ocalan xwedî roleke mezin e jî di rojeva komîsyonê de hevdîtin bi birêz Abdullah Ocalan re tuneye. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji bo PKKiyên din jî çekan bişewitînin divê yên ku çek şewitandinê tevlî vê pêvajoyê bibin û nêrînên wan bên girtin.”
‘Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin’
Piştre endama MYK’a ÎHD’ê Vetha Aydin Yukse axivî. Vehta Aydin Yuksel diyar kir ku ew bi hevî ne ku di bin banê komîsyonê de komîsyona haqîqet, edalet û rûbirûnê ku me pêşniyar kiriye bê avakirin û em jî dixwazin tevlî vê komîsyonê bibin. Vetha Aydin Yuksel destnîşan kir ku pêdiviya welat bi aştiyê re heye û ji bo aştiyê çi bikeve li ser milê wan ew ê bikin.
Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Amedê Ercan Yilmaz jî anî ziman ku mijara Kurd divê di perspektîfeke mafê mirovan û demokrasiyê bê çareserkirin û wiha got: “Tevî çek hatine rawestandin jî mixabin di destpêkirina pêvajoyê de binpêkirinên mafan ên ji ber mijara Kurd hê zêdetir bûne. Divê komîsyon ji bo endamên PKKê tevlî civakê bibin qanûnan derbixîne. Her wiha gorên Seyîd Riza û Şêx Saîd ku ji bo gelê Kurd xwedî nirxin divê radestî malbatan bên kirin. Ew yek wê baweriya gel a pêvajoyê zêdetir bike. Divê mafê zimanê dayikê bi qanûnan bê misogerkirin. Divê Qanûna Terorê bê rakirin û girtiyên siyasî bên berdan.”
Serokê Mazlûm-Derê Kaya Kartal jî bi lêv kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ev tişt gotin: “Divê dewlet edaletê pêk bîne. Mafek hebe divê dewlet wî mafî radestî xwediyan bike. Çek hatin şewitandin heke ji vê pêvajoyê em paşve biçin ew ê ji bo me hemûyan wê bibe şermeke mezin.”
‘Divê polîtiîkayên bêcezahiştinê ji holê rabin’
Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî Mahsum Bati jî destnîşan kir ku divê ev pêvajo ji pêvajoyên beriya wê zelaltir be û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo aştiyeke mayînde divê em demokrasiya xwe bi heztir bikin. Di dewleteke demokratik de kuştinên kujer nediyar pêk nayê. Lê mixabin li vî welatî kujerê bi sedan kesan nediyar e. Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî piştî daxuyaniyeke li pêş kamerayan hat qetilkirin. 10 sal in em li kujeran digerin lê kujer hê nehatine dîtin. Divê polîtîkayên bêcezahiştinê ji holê rabin û dewlet ji van ve rû bi rû were.”
Cîgirê weqfê Erkan Şenses jî diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde pêdivî ji demokrasiyê heye û got ku divê qanûna terorê ku rê li ber binpêkirinên mafan vedike ji holê rabe.
Serokê Weqfa Maf û Azadiyên Mirovan û Alîkariya Mirovî Fehmî Bulent Yildirim û endamê weqfê Vahdetîn Kaygan jî axivîn û bi lêv kirin ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û rapora amadekiribûn pêşkeşî komîsyonê kirin.
Piştî axaftinan civîna vê hefteyê bi dawî bû.