Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got: “Rawestîn nîn e, pêvajo berdewam e.” Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan got: “Em hêvî dikin ku pêvajo di rojên pêş de leztir bibe.”
Di resepsiyona 23yê Nîsanê de ku li Meclisê hat lidarxistin, Serokkomarê AKPî Recep Tayyîp Erdogan dema silav da şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), pirsên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jê hatin kirin. Erdogan têkildarî pirsê bersiva “Rawestîn nîn e, pêvajo berdewam e” da.
Tuncer Bakirhan jî têkildarî mijarê ev ev tişt got: “Pêvajo berdewam dike, bi dawî nebûye. Ez hêvî dikim ku di rojên pêş de leztir bibe. Pêşniyarên me amade ne, em ê pêşkêş bikin, heke bixwazin em ê pêşkêş bikin. Li gorî fikra min rojeva Tirkiyeyê qanûna taybet e. Li pêşiya me tu astengî nîn in, dê di rojên pêş de bikeve rojeva Tirkiyeyê. Hêdî pêşve diçe, lê em hêvî dikin ku di rojên pêş de leztir bibe.”













