Hevşaredarê Şaredariya Peyasê Cengîz Dundar karkerên ku li nav zeviyan îsotan kom dikin ziyaret kir û li pirsgirêkên wan guhdarî kir.
Hevşaredar Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê û alîkarên hevşaredaran serê sibehê çûn gundê Asikan, karkerên çandiniyê yên ku îsotan berhev dikin ziyaret kirin. Hevşaredar Cengîz Dundar bi karkerên çandiniyê re sohbet kir, li pirsgirêkên wan guhdarî kir û diyar kir ku qeyrana aborî di her warê jiyanê de xwe nîşan dide. Çengîz Dundar şoqe û destik diyarî karkeran kir.