Enqere – Endamê Şaxa OHDê ya Enqereyê Dogan Şenses bi lêv kir ku weke OHDê dixwazin di Komîsyona Meclîse de biaxivin û got: “Pêşniyarên me ew in ku di serî de birêz Abdullah Ocalan bê berdan. Ji bo aştiyeke civakî jî divê mekazagon bê guhertin.”
Di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî hat avakirin. Ji bilî partiyekê hemû partiyên parlamentoya Tirkiyeyê endamên xwe şandin komîsyonê. Li gor pêşniyarên partiyan kesayet, komele, sazî û dezgeh wê di komîsyonê de bên guhdar kirin. Piştî guhdarkirinê jî komîsyon wê ji partiyan pêşniyaran bigire û li gor pêşniyarên qanûnî wê bişînin meclîse. Herî dawî li komîsyonê civîna 5an hat li darxistin û di civînê de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, komele û saziyên mafên mirovan û waqif hatin guhdar kirin.
Civîna 6an a Komîsyonê dê hefteya pêş li meclise bê li darxistin. Yek jî saziya ku xwestibû di komîsyonê de pêşniyarên xwe bînê ziman jî Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) bû. Endamê Şaxa OHDê ya Enqereyê Dogan Şenses tekildarî pêvajoyê û daxwazên xwe ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka ziman e’
Dogan Şenses bal kişand ser qedexeya axaftina bi Kurdî ya li meclise û wiha got: “Ji ber ku nehiştin Dayikên Aştiyê di Komîsyona Meclîse de bi Kurdî biaxivin em vê helwestê şermezar dikin. Baweriya civakê ya li hemberî komîsyonê dişkînê. Ev ne tiştekî baş e. Peywîra komîsyonê çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd jî di serî de zimane. Ji ber wê jî qedexekirina axaftina bi Kurdî sosret e. Divê ew yek were sererastkirin û ji dayikan lêborîn bê xwestin. Tenê li ser çekberdanê nîqaşkirin jî ne rast e. Çek encama pirsgirêka Kurd e. Ne pirsgirêk bi xwe ye. Divê komîsyon jî li ser pirsgirêka Kurd raweste û hewldanên wê ji bo çareserkirina pirsgirêkê be.”
‘Divê OHDê jî bê guhdarkirin’
Dogan Şenses anî ziman ku pêdivî heye Komîsyona Meclîsê li OHDê jî guhdar bike û wiha berdewam kir: “Weke OHDê em jî bi salan e ji aliyê hiqûqî ve ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têdikoşin. Ji ber wê jî divê OHD di komîsyonê de bê guhdarkirin. Ji bo vê yekê me xwest bi komîsyonê re hevdîtinê bikin. Ji aliyê hiqûqî ve em dixwazin pêşniyarên xwe ji komîsyonê re bînin ziman. Lê hê ne diyar e. OHD dê di Komîsyona Meclîsê de bê guhdarkirin an neyê guhdarkirin hîn nediyar e. Tu agahî bi mere nehatiye parvekirin. Lê weke OHDê di serî de ji bo azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were em ê daxwaza mafê heviyê bikin. Divê biryara AÎHMê bi cih were. Zagona terore ku li dijî Kurdan hatiye derxistin û bû sedema binpêkirinên mafên mirovan, divê ji holê rabe. Di mekazagonê de ji bo wekheviya civakê divê guherandin pêk bên.”
‘Ji bo aştiyeke mayinde divê mekazagon biguhere’
Di berdewama axaftina xwe de Dogan Şenses destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê mekazagon biguherê û ev tişt gotin: “Hefteya pêşiya me Serokên Baroyan jî dê bên guhdarkirin. Ji aliyê hiqûqî ve ya herî pêvîst guherandina mekazagonê ye. Ji ber ku di mekazagonê de tenê netewek heye. Lê li Tirkiyeyê gelek netew, çand, ziman û bawerî hene. Divê ji bo wê jî mekazagoneke demokratîk ava bibe. Xalên li dijî demokrasiyê û netewên cûda divê ben rakirin. Ji bo civakeke demokratîk û wekhev qanûnên nû derbikevin û pirsgirêk bi rêya hiqûq û demokrasiyê bên çareserkirin. Ji bo wê jî divê mekazagon bê guherandin û nûkirin.”
‘Divê azadiya fizîkî ya Ocalan pêk bê’
Di dawiya axaftina xwe de Dogan Şenses diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan tevî şert û mercên tecrîdê jî bandoreke mezin li pêvajoyê kir û pêvajo derbasî merhaleyeke nû kir. Heke li derve be wê bandoreke mezin li pêvajoyê bike û encameke gelek baş wê derkeve holê. Jixwe hemû zagon li ser tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan derketin. Dema birêz Abdullah Ocalan derbikeve ji xwe di mekazagonê de jî guherandin wê pêk bê. Divê girtiyên siyasî jî bêne berdan. Weke OHD ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên hiqûq û demokrasiyê xebatên xwe didomîne. Em jî vê yekê weke peywîr dibînin. Me di serî de ji bo naskirina mafê perwerdehiya zimanê dayikê kampanyaya destnîşanê da destpêkirin. Helbet ji aliyê hiqûqî ve jî xebatên me wê hebin. Hem weke çalakî û hem jî xebatên cûr bi cûr em ê bidin pêşiya xwe û ji aliyê hiqûqî ve ji bo encambûna pêvajoyê xebatên xwe bidomînin.”