Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî civîna bi komîsyonê re daxuyanî dan. Dayîka Aştiyê Nezahat Teke diyar kir ku ew tenê mafê zimanê xwe dixwazin û got: “Divê birêz Abdullah Ocalan were meclisê.”
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd di meclisa tirkiyê de Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî bi nûnerên saziyan re hevdîtinê dike. Komîsyon civîna xwe ya yekemîn 5ê Tebaxê pêk anî û dest bi xebatê kir. Komîsyon di civîna 5emîn de li dayîkên aştiyê û şemiyê guhdar kir. Dayîkên aştiyê xwestin ku di civînê de xwe bi zimanê kurdî îfade bikin. Lê destûr nedan. Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî civîna bi komîsyonê re û nêzikbûna zimanê kurdî li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) şaxa Amedê ya daxuyaniya da. Di daxuyaniyê de dayîkan aştiyê, endam û rêveberên ÎHDê tev li bûn.
‘Ez jiyaneke bêziman qebûl nakim’
Nezahat Teke bal kişand ser axaftina li meclisê û wiha axivî: “Me dixwest bila tevahî dayîk werin li vir. Em gelek bi keyfweşî çûn komîsyonê. Dema em çûn komîsyonê gotin ‘Hûn nikarin bi kurdî biaxivin. Ez dayîkeke kurd im. Ez dixwazim bi zimanê xwe biaxivim. Mirovakî-e nekare bi kurdî biaxivê dê aştî çawa pêk were. Dema zimanê kurdî were qedexekirin em ê çawa di nava aştiyê de cih bigirin. Ez neçûme dibistanê. Ttirkiya min tune ye. Lê dîsa jî nehiştin bi kurdî biaxivim. Eger îro meclîsê komîsyon hatiye avakirin, şande diçe Îmraliyê divê birêz Abdullah Ocalan jî were meclîsê ji bo aştiye. Eger di nava pêvajoyê de zimanê min were qedexekirin hebûna min jî tê qedexekirin. Ez jiyaneke bêziman qebûl nakim. Îro di nava meclisê de zimanê me hatin qedexekirin. Em li vir dilrast bûn. Divê ev jî dilrast nêzî me bibin. Ez ê çawa çareseriyê ji wan bixwazim. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
‘Divê tevahî girtî û birêz Abdullah Ocalan bên berdan’
Sultan Bozkurt anî ziman ku wan xwest bi kurdî biaxivin. Lê nehiştin û wiha bi lev kir: “Em nikarin bi Kurdî li meclisê biaxivin. Pirsgirêka kurd hêj jî wekî berê ye. Tû çareserî çênebiye. Pirsgirêk pirsgirêka ziman e. Divê devlet bi hiqûqê bê rêvebirin. Eger wîsa nebe em devleta tirk naxwazin. Birêz Abdullah Ocalan ji bi salan e dibêje em tenê ziman û hebûna xwe dixwazin. Ez nikarim li komîsyonê bi tirkî biaxivin. Lê em neçar man ev jî şerma devletê ye. Ji 27ê Sibatê heta niha birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê her tişt kir. Lê hêj ji aliyê devletê tû gav nahatiye avêtin. Binpêkirina mafê mirovan didome. Gel jî dibêje baweriya me bi devletê nayê. Divê tevahî girtî û birêz Abdullah Ocalan bên berdan. Gelê kurd ji bo aştiyê amade ye.”
‘Em jî bo her tiştî amade ne’
Havva Kiran anî ziman ku divê dayikên aştiyê dema ku Kurdî hat qedexekirin protesto kiriban û ji komîsyonê derketibûna û ev tişt got: “Ji bo ku nebêjin ‘Dayik hatin aştî xerak kirin’ me tişteke negot. Her ziman taybet e. zimanê dayikê wekî şîr zelal e. Em îro ji bo ziman û çanda xwe dijîn. Eger çand û zimanê gelekî winda bibe, ew gel jî winda dibe. Divê her kes bi kurdî malbata xwe re biaxivê. Hate serokê gelê Kurd azad nebe gelê Kurd jî azad nabe. Divê malbatên leşkeran jî dest bidin destên me. Kes zarokê xwe ji bo mirine mezin nake. Îro hêj jî zimanê wan zimanê şer e. Dayikên Kurd dema zarokên xwe dispêrin axê ji bo aştiyê diaxivin. Em makezagoneke nû dixwazin. Di vê zagona nû de gelê Kurd cih bigirê. Em her dem aliyê aştiyê ne. Em jî bo her tiştî amade ne. Çi bikin bila bikin em e li pişt gotina xwe bin. Gelek çawên dayikan wekirî çûn. Lê em dixwazin aştî bê em herin li ser gorên dayikan bibêjin vay aştî hat hûn dilşad bin. Lê devlet îro hêj jî zimanê Kurdî qedexe dike. Ji bo aştiyê em li vir in.”