• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Jinên Botanê aştî nîqaş kir

    Jinên Botanê aştî nîqaş kir

    Banga beşdarbûna mîtînga Rihayê hat kirin  

    Banga beşdarbûna mîtînga Rihayê hat kirin  

    Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

    Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

    Erdogan li Xelatê axivî: Bi sebir em ê vê qonaxê derbas bikin

    Erdogan li Xelatê axivî: Bi sebir em ê vê qonaxê derbas bikin

    Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

    Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

    Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

    Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Jinên Botanê aştî nîqaş kir

    Jinên Botanê aştî nîqaş kir

    Banga beşdarbûna mîtînga Rihayê hat kirin  

    Banga beşdarbûna mîtînga Rihayê hat kirin  

    Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

    Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

    Erdogan li Xelatê axivî: Bi sebir em ê vê qonaxê derbas bikin

    Erdogan li Xelatê axivî: Bi sebir em ê vê qonaxê derbas bikin

    Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

    Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

    Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

    Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Temellî: Divê komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

Enqere / AW

25 TEBAX 2025 - 13:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokvekîle DEM Partî Sezai Temellî di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê komîsyon erka xwe pêk bîne û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Serokvekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê (DEM Partî) Sezaî Temellî tekildarî geşedanên di rojevê de li meclise daxuyanî da çapemeniyê. Sezaî Temelli bal kişand ser salvegera Malazgirê û got: Gelê Kurd û Tirk hezaran sal in bi xwişk-biratî dijîn. Pêvîste ew xwişk-biratî bi qanûnan di çerçoveya hemwelatiya wekhev de bê mîsogerkirin.  Sezaî Temellî bal kişand ser komîsyona li meclîsê hatiye avakirin û wiha domand: “Divê komîsyon êdî girîngiya karê xwe zanibe. Divê êdî balê bikişîne ser mijara esasî. Ji bo erka xwe pêk bîne divê bi baldarî gavên pêwîst bavêje û rêya xwe bidomîne. Ji daxuyaniya birêz Numan Kurtulmuş em fêr bûn ku heta nîvê meha Îlonê dê li heyetan guhdarî bikin. Guhdarîkirina heyetan girîng e. Beşdariya civakê ya komîsyonê girîng e. Divê bi lezgîn komîsyon biçe ba gelek kesan. Bi wan re têkiliyê deyne û raman û pêşniyarên wan bigire. Lê ev ne karê esasî ye. Ev yek bi destê komîsyonek jêrîn dikaribû bê kirin. Karê esasî yê komîsyonê divê zûtir nexşeyên hiqûqî yên ku vê serdemê pêwîstî bi wan heye amade bike. Ji bo amadekirina van nexşeyan jî xebatek bi fedakarî û bi baldarî pêwîst e.”

‘Li vî welatî 25 milyon Kurd dijîn’

Sezaî Temellî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser destûr nedayina axaftina bi Kurdî û wiha pê dê çû: “Dayikên Aştiyê hatin. Lê qebûl nekirin ku bi Kurdî biaxivin. Di Meclîsa Giştî de meclîsek heye ku du hevokên Kurdî tahmûl nake. Erê, zimanê fermî yê xebata meclîsê Tirkî ye. Lê carcaran mirov dikarin xwe bi zimanên cuda îfade bikin. Di vî welatî de 25 mîlyon Kurd dijîn û hejmara malbatên ku her diçe zêde dibin. Bi rastî jiyanek pirzimanî dimeşînin. Hem bi Kurdî, hem bi Tirkî. Ev rastiya welatê me ye. Ji ber vê yekê, paşguhkirina Kurdî, ev kiryarên li hemberî Kurdî bi rastî şermek mezin e. Divê ev şerm bi dawî bibe. Em di vê mijarê de bang li Serokê Meclîsê jî dikin. Divê meclîs zûtirî ji vê şerma xwe vegere. Êdî em hewceyî xebateke meclîsê ne ku rastiya civakê nas dike.”

‘Divê komîsyon bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike’

Sezaî Temellî destnîşan kir ku ji bo komîsyon karê xwe bigihîne encamekê divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkbîne û wiha got: ” Ji bo komîsyon karê xwe bike, divê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Divê bi rêk û pêk hevdîtinê bike. Divê rê û rêbazên vê yekê zûtirekî bên dîtin. Komîsyon nikare vê mijarê paşguh bike. Ji ber ku muhatabê esasî yê vê meselê birêz Ocalan e. Ew kesê ku mesele derxistiye holê, rêya çareseriyê nîşan daye û sedema bingehîn a avabûna vê komîsyonê ev e. Komîsyona ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê neke, nikare bimeşe. Ji ber wê divê zûtir biçe Îmraliyê. Divê her kes ji bo hevdîtinê bibe alîkar.”

Sezaî Temellî bal kişand ser komkujiya li Xazeyê jî û got: “Divê hemû kes û saziyên mafê mirovan ên navneteweyî bikevin dewrê. Yek jî pirsgirêka Rojhilata Navîn pirsgirêka Suriyeyê ye. Çareseriya demokratîk a Sûriyê pêwîst e. Rêya çareseriya demokratîk a Sûriyê ji teşhîskirina rast a rastiya Rojava derbas dibe. Bi têgihîştineke yekalî rêveçûn ne mimkun e. Eger wisa bûya, Sûriye wê di vê rewşê de nebûya.”

Sezaî Temelli bi lêv kir ku sedema qirîza aborî û enflasyona heyî jî pirsgirêka Kurd e û wiha bi dawî kir: “Çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya pirsgirêkên aboriyê ye.”

 

 

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Jinên Botanê aştî nîqaş kir

Jinên Botanê aştî nîqaş kir

25 TEBAX 2025
Banga beşdarbûna mîtînga Rihayê hat kirin  

Banga beşdarbûna mîtînga Rihayê hat kirin  

25 TEBAX 2025
Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

25 TEBAX 2025
Erdogan li Xelatê axivî: Bi sebir em ê vê qonaxê derbas bikin

Erdogan li Xelatê axivî: Bi sebir em ê vê qonaxê derbas bikin

25 TEBAX 2025
Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

Denîz Guzel bi girseyî hat peşwazîkirin

25 TEBAX 2025
Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

Bernameya komîsyona meclîsê ya vê hefteyê diyar bû

25 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (375)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne