* Li Welêt êdî karê berikên ku bi destan tên çêkirin nemaye û gel berikên xwe yên kevn jî difiroşe. Welatiyê bi navê Îhsan Berk, gund û bi gund digere û berikên kevn ji welatiyan dikire.
* Cigirê Hevserokên Giştî yê DEM Partî Mehmet Rustu Tiryakî bi lêv kir ku ew texmîn dikin ku di demên pêş de Komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike.
* Hevberdevka Komîsyona Ziman a Şaxa OHDê ya Amedê Gulbahar Ateş tekildarî kampanyaya “Ji bo Kurdî statû” diyar kir ku piştî kampanya bi dawî bibe, dê îmzayên bişînin meclisê û xwest zimanê Kurdî bibe xwedî statû.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, dê li Stenbolê bi Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê re bên cem hev. (15.00)