Rêxistinên çapemeniyê yên MKG, DFG, DÎSK Basin-Îşê li Şîşhanê ya Stenbolê xwestin kuştina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar bikin. Lê polîsan êrişê rojnamevanan kir û gelek kes hatin binçavkirin.
Nûner û rêxistinên saziyên çapemeniyê yên ku MKG, DFG û DÎSK Basin-Îşê pêk tên xwestin kuştina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan li Qada Şîşhane ya Stenbolê, bi daxuyaniyê şermezar bikin. Gelek rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tevlî daxuyaniyê bûn. Polîsan diyar kirin ku Qeymeqemtiya Beyoglu çalakî qedexe kiriye û dora girseyê dorpêç kir. Girseyê bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bertek nîşan da. Polîsan di nav de nûçegihana JINNEWSê Rozerîn Gultekîn jî heyî nêzî 15 kes binçav kirin.
Girseya din jî ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û nehiştin ji qadê derkevin. Welatiyên ku li kolanan kom bûn jî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” êriş û binçavkirinan şermezar kir. Polîsên ku rêya girseya ku li kolanan dimeşiyan girt, ligel astengiyan girseyê bi dirûşma “Dê bi berxwedanê bi ser kevin” astengî şermezar kir.