• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Abdulkadîr Guleç: Çêkirina qanûnên nû dê pevajoyê xurt bike

    Abdulkadîr Guleç: Çêkirina qanûnên nû dê pevajoyê xurt bike

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    ROJEVA 28Ê KANÛNA 2025AN

    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Abdulkadîr Guleç: Çêkirina qanûnên nû dê pevajoyê xurt bike

    Abdulkadîr Guleç: Çêkirina qanûnên nû dê pevajoyê xurt bike

    Gerîla ji bo silametiya pêvajoyê ji Tirkiyeyê vedikêşe

    ROJEVA 28Ê KANÛNA 2025AN

    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Operasyona Hesekê bi dawî bû: 51 çete hatin girtin

Navenda Nûçeyan / AW

30 TEBAX 2025 - 21:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar a Gelan li bajarê Hesekê ragihandin ku operasyon bi dawî bû. Di operasyonê de 51 endamên şaneyên DAIŞê hatin girtin.

Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar a Gelan li bajarê Hesekê der barê operasyonê de daxuyanî dan û ev agahî parve kirin:

“Di çarçoveya şerê berdewam ê li dijî rêxistina DAIŞê ya terorîst de, û li ser bingeha erkên xwe yên exlaqî û neteweyî yên ji bo gelê Sûriyeyê, bi hemû pêkhateyan û li her deverê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro sibehê operasyoneke berfireh bi navê “Ewlehiya Domdar a Gelan” li çend taxên bajarê Hesekê dest pê kirin. Di operasyonê de bi ser gelek veşartgehên şaneyên terorîst ên DAIŞê de hat girtin û çend torên terorîstan hatin hilweşandin.

Ev operasyon piştî wê yekî pêk hat ku rêxistinê tevlihevî û valehiya ewlehiyê li gelek hrêmên çolê û hundirê Sûriyeyê, bikar anî û li erdnîgariya Sûriyeyê tevgera wê zêde bû. Lewma êdî ew herêm ketibûn bin destê wan şaneyên terorîs û dixwestin li herêmên din jî belav bibin, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku girtîgeh û kampên ku terorîst lê dimînin hene.

Li ser erdê, ev operasyon bû bersiveke pêşwext li dijî hewldanên rêxistina terorîst ên ji bo ji nû ve rêxistinkirin û avakirina şaneyên terrorist, ji bo pêkanîna êrişan li ser girtîgehên ku endam û lîderên wê lê dimînin, bi taybetî li bajarê Hesekê. Agahiyên îstîxbaratî yên hêzên me û hêzên hevkar, eşkere kirin ku rêxistin hewl dide Hesekê veguherîne navendeke êrişên xwe yên terorîst, bi taybet li taxên nêzîkî girtîgeha Sînaa û li derdora bajêr. Vê operasyonê careke din ew hewldan têk bir.

Di nava 14 saetan de operasyoneke berfireh pêk hat, zêdetirî 3 hezar şervanên jin û mêr tevlê bûn. Hêzên operasyonê hemû armancên xwe pêk anîn, 51 terorîst girtin, di nav wan de terorîstên ku tevlî êrişên li ser sivîlan û navendên ewlehî û xizmetê bûn hene. Di operasyonê her wiha torên terorîst ên xeternak hatin hilweşandin, di nav de yên ku plan dikirin êrişan li ser girtîgeha Sînaa û Kampa Holê bikin, û xeteriya wan a li ser sivîlan û aramiya herêmê ji holê rakirin.

Di operasyonê de her wiha embarên çek, cebilxaneyê û lojîstîkê yên şaneyên terorîst hatin desteserkirin:

50 Kalaşnîkov

155 Cercûrên Kalaşnîkovan

16 Demance

16  Cercûrên demanceyan

1 BKC bi cebilxane

5  Bombeyên destan

3 Bêtêl

3 Tifingên Brno

Hijmarek guleyên Kalaşnîkovê

Hijmarek alavên leşkerî û cilên ku di êrişên terorîstî de hatine bikar anîn.

Pêkanîna operasyonê gaveke pir girîng bû ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê. Lê belê em ê her dem tevgerên biguman bişopînin û operasyonên têkibirina terorê  di hemû aliyan de bidomînin. Em ji ber hevkariya wan bi hêzên ewlekariyê re û tevlîbûna wan a çalak ji bo pêkanîna armancên operasyonê, spasiya pêkhateyên Hesekê dikin û soza xwe ya parastina ewlehiyê dubare dikin.”

Etîket: GirtinHesekê;Daişoperasyon
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

Li Amedê yek jê zarok 6 ciwan hatin girtin

24 COTMEH 2025
Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

21 COTMEH 2025
Li Wanê zarokek hat girtin

Li Wanê zarokek hat girtin

20 COTMEH 2025
Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

Operasonên leşkerî didomin: Operasyon dê zirarê bidin pêvajoyê

1 COTMEH 2025
Rojnameger Yalçin piştî 2 salan hate berdan

Rojnameger Yalçin piştî 2 salan hate berdan

26 ÎLON 2025
Di operasyona Reqayê de 2 çete hatin girtin

Di operasyona Reqayê de 2 çete hatin girtin

13 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (457)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne