Amed – Recaî Tosûn ji 12 saliya xwe ve kevokan xwedî dike û ew dibêje ku kevok ji bo wî evîn e û ew nikare jiyanek bê kevokan xeyal bike.
Li Amedê gelek hezkiriyên kevokan hene. Yek ji wan Recaî Tosûn e ku evîna wî ya kevokan dema ku ew 12 salî bû dest pê kir û ji wê rojan ve ye kevokan xwedî dike. Recaî Tosûn, kevokên taybet ên Amedê xwedî dike, mîrata xwedîkirina kevokan ji apê xwe wergirtiye û 32 sal in berdewam dike. Recaî Tosûn ê ku 120 kevokên wî hene dibêje; “Ji bo min, kevok evîn e.” Recaî Tosûn ji dengê baskên kevokan mest dibe û rûyê wî dikene.
Ew her yek ji wan bi navê xwe gazî dike, taybetmendiyên wan ji nêz ve dizane. Dema ku kevok baskên xwe ber bi bêdawiya ezman ve dihejînin, ew bi wan re difire. Dema ku ew bi paş ve dizivirin, rûyê wî dikene.
Li gor Recaî Tosûn sê dijminên kevokan hene: Baz, nexweşî û dizên kevokan. Recaî Tosûn ji dizên kevokan pirr ditirse, her gav hişyar e, heta xewna xwe ya şevê de jî dibîne ku diz tên kevokên wî dibin. Dema li malê be ew bi dengek herî piçûk jî dibeze serban û li kevokan dinêre. Dema kevokên wî were dizîn ew bi rojan nikare razê. Keça Recaî Tosûn ya biçûk jî dibêje, “Em kevokan wekî endamên malbata xwe dibinin.”
Her tim çavê wî li ser kevokan e
Recaî Tosûnê ku çend sal berê ji bo karekî derdikeve derveyê bajêr lê çavê wî her tim li paş dimîne. Tişta ku ji ditirse tê serê wî. Di şevetarîyekê de diz dikevin pîna kevokan û 8 kevokê wî didizin. Ji wê rojê ve ye Recaî li kevokên xwe yê ku hatiye dizîn digere û hin jî xema wan dixwe. Di nav axaftina xwe de li xwe mikûr tê û dibêje; “Dema ez ciwan bûm min jî carekî dizîya 2 kevokan kir.”
Amed cih û warê kevokan e
Li gelek bajarên Kurdistanê çanda xwedîkirin û hezkirina kevokan heye lê mirov dikare Amedê mîna paytexta hezkiriyên kevokan pênase bike. Ji ber ku gelek caran pêşbirk, festîval û şahiyên kevokan tên lidarxistin. Pêşbirkên tên lidarxistin ji aliyê hezkiriyên kevokan ve rastî eleqeyek mezin tên. Bi vê minasebeta peşbirk û şahîyan bi hezaran lîreyan kevok tên stendin û firotin. Lê pere ji bo wan nirxek nîn e. Kêfa wan a bi hebûna kevokan re bes e. Recaî, bi tilîya xwe kevokek nîşan dide û dibêje; “Ew kevok di pêşbirka dawîn de bû sêyemîn. Gelek kes xwestin bi pere bikirin lê min nefirot.”
Ji bo kevok birçî nemînin her tiştî dike
Recaî yê ku ji zarokatiya xwe ve kevokan xwedî dike, gelek caran rastî gilîyên derdorê hatiye. Li gor wan xwedîkirina kevokan wekî karê betalan tê dîtin. Recaî ji van peyvan nerazî ye. Ew nikare jiyanê bê wan xeyal bike. Ger hewce bike ew ê birçî û bêxew bimîne le bila kevokên wî birçî nemînin. Ew demek dirêj li hev dinihêrin û her çend ew nikaribin hevûdu fêm bikin jî, ew diaxivin. Kesên derve nikarin sirên xwediyên kevokan fam bikin. Li gorî wî ev çîrokeke evînê ye û kevokan ji evînê wêdetir dibîn e.