• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Di êrişa ser malekê de du zarok birîndar bûn

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    Ardil Çeşme li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Ardil Çeşme li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Suheyla Taş a ku berdan wê dihat taloqkirin hat berdan

    Suheyla Taş a ku berdan wê dihat taloqkirin hat berdan

    Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

    Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Di êrişa ser malekê de du zarok birîndar bûn

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    Ardil Çeşme li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Ardil Çeşme li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Suheyla Taş a ku berdan wê dihat taloqkirin hat berdan

    Suheyla Taş a ku berdan wê dihat taloqkirin hat berdan

    Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

    Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hezkirina kevokan ji bo wî eşq û evîn e

Lezgîn Akdenîz / AW

2 ÎLON 2025 - 08:05
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Recaî Tosûn ji 12 saliya xwe ve kevokan xwedî dike û ew dibêje ku kevok ji bo wî evîn e û ew nikare jiyanek bê kevokan xeyal bike.

Li Amedê gelek hezkiriyên kevokan hene. Yek ji wan Recaî Tosûn e ku evîna wî ya kevokan dema ku ew 12 salî bû dest pê kir û ji wê rojan ve ye kevokan xwedî dike. Recaî Tosûn, kevokên taybet ên Amedê xwedî dike, mîrata xwedîkirina kevokan ji apê xwe wergirtiye û 32 sal in berdewam dike. Recaî Tosûn ê ku 120 kevokên wî hene dibêje; “Ji bo min, kevok evîn e.” Recaî Tosûn ji dengê baskên kevokan mest dibe û rûyê wî dikene.

Ew her yek ji wan bi navê xwe gazî dike, taybetmendiyên wan ji nêz ve dizane. Dema ku kevok baskên xwe ber bi bêdawiya ezman ve dihejînin, ew bi wan re difire. Dema ku ew bi paş ve dizivirin, rûyê wî dikene.

Li gor Recaî Tosûn sê dijminên kevokan hene: Baz, nexweşî û dizên kevokan. Recaî Tosûn ji dizên kevokan pirr ditirse, her gav hişyar e, heta xewna xwe ya şevê de jî dibîne ku diz tên kevokên wî dibin. Dema li malê be ew bi dengek herî piçûk jî dibeze serban û li kevokan dinêre. Dema kevokên wî were dizîn ew bi rojan nikare razê. Keça Recaî Tosûn ya biçûk jî dibêje, “Em kevokan wekî endamên malbata xwe dibinin.”

Her tim çavê wî li ser kevokan e

Recaî Tosûnê ku çend sal berê ji bo karekî derdikeve derveyê bajêr lê çavê wî her tim li paş dimîne. Tişta ku ji ditirse tê serê wî. Di şevetarîyekê de diz dikevin pîna kevokan û 8 kevokê wî didizin. Ji wê rojê ve ye Recaî li kevokên xwe yê ku hatiye dizîn digere û hin jî xema wan dixwe. Di nav axaftina xwe de li xwe mikûr tê û dibêje; “Dema ez ciwan bûm min jî carekî dizîya 2 kevokan kir.”

Amed cih û warê kevokan e

Li gelek bajarên Kurdistanê çanda xwedîkirin û hezkirina kevokan heye lê mirov dikare Amedê mîna paytexta hezkiriyên kevokan pênase bike. Ji ber ku gelek caran pêşbirk, festîval û şahiyên kevokan tên lidarxistin. Pêşbirkên tên lidarxistin ji aliyê hezkiriyên kevokan ve rastî eleqeyek mezin tên. Bi vê minasebeta peşbirk û şahîyan bi hezaran lîreyan kevok tên stendin û firotin. Lê pere ji bo wan nirxek nîn e. Kêfa wan a bi hebûna kevokan re bes e. Recaî, bi tilîya xwe kevokek nîşan dide û dibêje; “Ew kevok di pêşbirka dawîn de bû sêyemîn. Gelek kes xwestin bi pere bikirin lê min nefirot.”

Ji bo kevok birçî nemînin her tiştî dike

Recaî yê ku ji zarokatiya xwe ve kevokan xwedî dike, gelek caran rastî gilîyên derdorê hatiye. Li gor wan xwedîkirina kevokan wekî karê betalan tê dîtin. Recaî ji van peyvan nerazî ye. Ew nikare jiyanê bê wan xeyal bike. Ger hewce bike ew ê birçî û bêxew bimîne le bila kevokên wî birçî nemînin. Ew demek dirêj li hev dinihêrin û her çend ew nikaribin hevûdu fêm bikin jî, ew diaxivin. Kesên derve nikarin sirên xwediyên kevokan fam bikin. Li gorî wî ev çîrokeke evînê ye û kevokan ji evînê wêdetir dibîn e.

Etîket: hezkirina kevokanKevokKevokên Amedêkevokên aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç û 19 kesên girtî tehliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Gimgimê li dijî talana xwezayê mitîng li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiya siyasî Ardil Çeşme piştî 32 salan hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî bi promiyera lîstika ‘Moraşîn’ berdewam kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Yenî Yaşamê manşeta Aqilê Kurdan: Hişmendiya dagirker parçe bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (865)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne