• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    Balefira Rûsyayê ket: 29 kes mirin

    YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

    Heyetek YPJê li Şamê serdanan dike

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

MKG: Pênc rojnamegerên jin hê jî girtî ne

Amed / AW

2 ÎLON 2025 - 11:58
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Rapora Binpêkirina Mafan a Tebaxa 2025an weşand. Li gorî raporê zext û zordariya li ser rojnamegerên jin dewam dike.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), “Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegerên Jin a Meha Tebaxa 2025an” eşkere kir. MKGê diyar kir ku rojnameger ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û nasnameyên xwe yên civakî bi mekanîzmayên piralî yên zext û tundîtûjiyê rû bi rû dimînin. MKGê got ku rapora wan, careke din rewşa xirab a azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û cudakariya sîstematîk a li dijî rojnamegeran, eşkere dike.

Bi domdarî MKGê destnîşan kir ku di tevahiya Tebaxê de, rojnameger rastî gefan hatin, şopandina wan a nûçeyan hatin astengkirin, bi destdirêjiya darazê rû bi rû man û wiha got: “Rojnamegera jin C.K., ku li dijî gefên ser medyaya dijîtal lê hatibûn xwarin giliyê sûc kir, encax, tenê bi girtina sûcdar hate parastin. Ev mînak nîşan dide ku mafê jiyana rojnamegeran di xetereyê de ye.”

MKGê got ku krîmînalîzekirina rojnamegeran di meha Tebaxê de bi awayên cur bi cur domiyan û wiha dom kir: “Cezayê kelemçeya elektronîk a li ser rojnameger Rahîme Karvar nîşan dide ka çawa tevdîrên cezayî yên ku azadiya derbirînê sînordar dikin têne asayîkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), ji bo serlêdanên Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Degerê û rojnameger Dîcle Muftuoglûyê tespîta binpêkirina mafan a qismî kir. Ev nêzîkatiyek nebaş a li hemberî azadiya ramanê nîşan dide. Girtina rojnamegeran a demdirêj, sînordarkirina gihîştina dosyayan û darizandinên nebêalî baweriya bi pergala edaletê bi kûrahî lawaz dike.”

MKGê daxuyand ku zextên aborî û sansurê yên li ser rojnamegeran jî berdewam in û da zanîn ku 13 xebatkarên rojnameya Nefesê ji kar hatine derxistin. MKGê daxuyand ku rawestandina mafên îlanê yên 8 rojnameyên herêmî yên li Mersînê ya ji aliyê Saziya Îlanê ya Çapemeniyê ve, zextên aborî yên sîstematîk nîşan dide. MKG’ê got ku vê biryarê ne tenê zirar da çapemeniya herêmî, lê di heman demê de zirar da mafê raya giştî ya gihîştina nûçeyan.

MKGê sînordarkirinên xwegihandinê, girtina hesaban û qedexeyên îlanê ji bo bêdengkirina dengê medyaya serbixwe hatine bikaranîn û got: “Astengkirina hesabên medyaya dijîtal ên dezgehên medyayê yên wekî Yeni Yaşam, Xwebûn, Ajansa Welat, Kaos GL û ETHA mudaxeleyek bi zanebûn e. Ev ji bo nedîtina medyaya rexnegir e.”

MKG’ê, bal kişand ser rojnamegerên li Filistînê di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin û rojnameger Meryem Ebû Dekka bi bîr xist. MKGê destnîşan kir ku kuştina rojnamegeran ne tenê êrişeke li ser mafê jiyanê yê şexsî ye lê di heman demê de êrişa li ser mafê agahdarbûnê yê hemû civakê ye. MKGê rojnamegerên hatine qetilkirin bi bîr anî.

MKG’ê, got ku rojnameger ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameya xwe jî bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin. MKGê got: “Zîhniyeta serdest a mêr, axaftina jinan a li pêşberî raya giştî wekî gef dibîne. Di encamê de, rojnameger ne tenê ji ber ku rojnameger in, lê di heman demê de ji ber ku jin in jî dibin hedef, tên bêdengkirin. Ev zexta dualî ya ku rojnameger pê re rû bi rû dimînin, girîngiya wekheviya zayendî ya di qada medyayê de nîşan dide. Sîstemeke medyayê ya azad û demokratîk tenê dikare bibe sedem ku rojnameger di şert û mercên ewle û wekhev de bixebitin.”

MKG’ê, xwest ku zextên li ser rojnamegerên jin tavilê bi dawî bibin; pêvajoyên darizandinê bi awayekî bêalî, adilane û zelal werin kirin; pratîkên sansurê yên dijîtal bên bidawîkirin; rojnamegerên girtî bên berdan û azadiya ramanê were misogerkirin û mekanîzmayên navneteweyî yên ji bo parastina mafê jiyanê yê rojnamegeran li Filistîn û deverên din ên cîhanê werin xurtkirin. MKGê got ku nabe rojnamegerên jin bên bêdengkirin û çapemeniya azad were astengkirin.

Di rapora MKGê de daneyên binpêkirinan jî wiha hatin rêzkirin: “Rojnamegerek rastî miameleya nebaş hat, gef li rojnamegerekê hate xwarin, dema rojnamegerekê nûçe dişopand hate astengkirin, darizandina 2 rojnamegerên jin a ji dosyayekê berdewam kir, 5 rojnamegerên jin (Ji 4ê Çileya 2023yan heta niha) girtî ne, karê 13 rojnamegeran hate bidawîkirin, 8 malperên înternetê hatin girtin û 5 hesabên medyaya dijîtal hatin girtin.

MKGê da zanîn ku Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yururuşê Elîf Ersoy, Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim Hatîce Duman, Xebatkara berê ya TRTê Ozden Kinik, Nûçegîhana Ozgur Gelecekê Perihan Erkilinç û Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsozê Songul Yucel girtî ne.

Etîket: MKGraora meha Tebaxêrojnamegerên jin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

7 ADAR 2026
MKG: Zextên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin

MKG: Zextên li dijî rojnamevanan bi dawî bikin

5 SIBAT 2026
DFGê û MKGê li Nisêbînê daxuyanî da: Rojnamegeran berdin

DFGê û MKGê li Nisêbînê daxuyanî da: Rojnamegeran berdin

21 ÇILE 2026
Orhan Karaagar di salvegera 33yemîn de hate bibîranîn

Orhan Karaagar di salvegera 33yemîn de hate bibîranîn

19 ÇILE 2026
Ji MKG rapora 2025an: Di salekê de 424 binpêkirin qewimîne

Ji MKG rapora 2025an: Di salekê de 424 binpêkirin qewimîne

14 ÇILE 2026
Huseyîn Aykol li Wanê hate bibîranîn: Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin

Huseyîn Aykol li Wanê hate bibîranîn: Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin

5 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (15)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne