* Kuştina qestîk ev rastiye ku civakê dixeniqîne. Mêtingerî, qirkirinên etnîkî û çandî, zexta sîstematîk a li ser jinan û talankirina xwezayê ku ji hêla şaristaniyê ve li ser navê pêşketinê tê kirin, hemû jî nîşaneyên vê kuştina qestîk in.
* Dayikên Îzmîrê ji ajansa me re axivîn, nerazîbûn nîşanî astengiya li hemberî zimanê Kurdî dan û xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.
*Xizmên Windayan û ÎHD dê li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên hefteyî berdewam dike. (12.00)
*Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin, dê çalakiyên xwe yên hefteyî li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
*DEM Partî, wê komxebata “Di pêvajoya aştiyê de pêdiviyên hiqûqî” li dar bixe. (13.00)
* Înîsiyatifa di avakirina aştiyê de hurmeta ji miriyan re dê li Navenda Ciwanan a Mûşê panelekê pêk bînin. (10.00-17.00)
* DFG û MGK dê ji bo Roja Çapemeniya Azad li Qonaxa Cemîl Paşa ya Navçeya Sûrê ya Amedê bi tevlêbûna hunermend Kasim Taşdogan şahiyekê pêk bîne (19.30)
* Înîsiyatifa jinan a pêdivî ji aştiyê heye dê li Stenbol, Enqere, Amed, Edene, Semsûn, Antalya, Dilok, Mêrdin, Êlih, Antakya, Riha, Semsûr, Wan, Foça û Mêrsînê, ji bo kesên li dijî komkujî, dagirkeriya Filisitinê li ber xwe didin çalakiyan pêk bînin. (17.00-18.00)