Ciwanên ku di çarçoveya “Hevdîtinên ciwanan ên herêmî” de li Wanê hatin ba hev, bi piştgiriya Navenda Bîrê û Navenda Çand û Hunerê ya Aryenê, bal kişandin ser bîra dîrokî û çandî ya li Wanê ku hewl tê dayîn şopa wê ji holê bê rakirin.
Bi pêşengiya Navenda Bîrê (Hafiza Merkezi) û Navenda Çand û Hunerê ya Aryenê, di çarçoveya “Hevdîtinên ciwanan ên herêmî” de li Wanê ku rawestgeha 5emîn a hevdîtinan e, çalakiyek hat lidarxistin. Di hevdîtina ku xebatên bîrê û berhemên çand-hunerê yên li Tirkiyeyê û li herêmê tên kirin hatin nirxandin de ciwanan “tecrûbeyên bîrê” û nêrînên xwe parve kirin.
Rabirdûya çandî û dîrokî hat vegotin
Çalakî ji bilî nûnerên saziyan, bi beşdariya bi dehan ciwanên ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê li avahiya Aryenê ya li navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Hevdîtin bi danasîna ciwanan û mekanên bajêr dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir.
Endama Aryenê Zozan Bor, bi sernavê “Atolyeya Bîra Înteraktîf: Xebatên Bîrê li Herêmê” gotarek pêşkêş kir. Zozan Bor a ku rabirdûya çandî û dîrokî ya Wanê vegot, behsa şopên Ermenî û Kurdên Êzidî yên serdemên berê yên li Wanê kir.
Piştî axaftinên ku bi vegotin, ezmûn û pirsên ciwanan teşe girtin, Dr. Noemi Levy-Aksu derbarê dîrok, avahî, çand û erdnîgariya Wanê de axivî.
Hevdîtin piştî axaftinan bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.








