Li kampa penaberan a Bêrsîvê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo ya girêdayî Dihokê ku penaberên Şengalê lê dijîn, şewat derket û sê kon şewitîn.
Rêveberiya Parastina Sivîl a Zaxo diyar kir ku saet di 07:20an de li kampa penaberan a Bêrsîvê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ku penaberên Şengalê lê diman, şewat derket. Hate diyarkirin ku di encama şewatê de 3 kon şewitîn, lê ti ziyanên canî çênebûn. Tîmên agirkuj karîne şewatê kontrol bikin.
Êzîdî di 2014an de koç bûbûn
Piştî êrişa DAIŞê ya di sala 2014an de, li gel kuştin û revandina bi hezaran Êzidiyan, gelek Şengalî koçberî deverên Başûrê Kurdistanê bûn. Bi taybet li parêzgeha Dihokê bi cih bûn. Kampa Bêrsîvê jî yek ji kampên penaberên Şengalê lê niştecihbûneye. Tevî astengiyan heya niha bi hezaran malbat vegeriyane Şengalê, lê hîn jî hinek malbat di kampên Herêma Kurdistanê, taybet yên li Dihokê de mane.