• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

    Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

    Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

    Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

    Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

    Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

    Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

    Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

    Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji 79 saziyên Êzidiyan hişyariya ‘projeyên GESê’ destwerdana li xaka pîroz e

Navenda Nûçeyan / AW

28 GULAN 2026 - 17:08
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
79 sazî û komeleyên Êzidiyan ên li dîasporayê, li dijî projeyên Santralên Enerjiya Rojê (GES) yên ku tê plankirin li ser xaka gundên Êzidiyan ên li Mîdyad û Êlihê bên avakirin, daxuyaniyeke hevpar dan. Saziyan diyar kirin ku ev proje goristan û cihên pîroz hedef digirin û bi armanca astengkirina vegera Êzidiyan pêk tên.

Ji Ewropayê heta Awistralyayê, 79 sazî û komeleyên Êzidiyan têkildarî projeyên Santralên Enerjiya Rojê (GES) yên ku tê xwestin li gundê Bacinê yê Mîdyada Mêrdînê û 13 gundên Êzidiyan ên li navçeya Qubînê ya Êlihê bên avakirin, daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her çend civaka Êzidî piştgiriyê bide enerjiya nûvebar û ekolojîk jî; divê ev proje bi rêzgirtina li mafên hindikahiyên dîrokî, parastina qadên jiyanê û hestiyariya ekolojîk pêk bên.

‘Xaka me ne vala ye, qadên me yên pîroz in’

Saziyên Êzidiyan destnîşan kir ku cihên ji bo projeyên GESê hatine diyarkirin ne erdên vala an jî bêqîmet in û ev nirxandin kirin: “Ev herêm bi sed salan e navenda jiyana civakî, çandî û aborî ya gelê Êzidî ye. Qadên ku GES li ser tên plankirin; goristan, cihên pîroz û wargehên me yên bîranînê ne. Ev projeyên ku gelê herêmê tevlî pêvajoya biryardayînê nekirine, destwerdaneke rasterast e.”

‘Gefê li pêvajoya vegerê dixwe’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku civaka Êzidî ji ber zextan koçî Ewropayê kiriye û travmayên kûr jiyaye, lê di salên dawî de tevger û hêviya ‘vegera li warê bav û kalan’ dest pê kiriye. Saziyan destnîşan kirin ku xebatên jinûveavakirina gundan ji bo civakê gelekî girîng in û projeyên GESê xetereyeke mezin li ser vê pêvajoya vegerê çêdikin.

Pêşniyarên çareseriyê

Saziyan fikarên xwe yên têkildarî “windabûna zozan û erdên çandiniyê, texrîbata ekolojîk û zirardîtina cihên olî û dîrokî” bi awayekî kurt anîn ziman. Ji bo çareseriya pirsgirêkê banga diyalogê hate kirin û ev 5 xalên alternatîf hatin pêşniyarkirin:

Cihên Alternatîf: Divê projeyên GESê li şûna herêmên çandî û dîrokî, li qadên ku binesaziya wan guncaw in an jî berê xera bûne, bên avakirin.

Enerjiya Nenavendî: Li şûna dagirkirina erdan, divê modelên biçûk ên enerjiya rojê yên li ser banê avahiyan bên teşwîqkirin daku jiyana gundan bê parastin.

Parastina Çandiniyê: Bi modelên agro-fotovoltaîk re, divê çandinî, heywandarî û hilberîna enerjiyê bi hev re bên meşandin. Bi vî awayî wê erdên gundiyan ji destê wan neçin.

Parastina Gundên Vegerê: Divê gundên Êzidiyan ên li Mîdyad û Êlihê bi armanca parastina mîrateya çandî û teşwîqkirina vegerê, bi taybetî bên parastin.

Lêkolînên Serbixwe: Beriya her projeyekê, divê bandorên ekolojîk, arkeolojîk, dîrokî û olî ji aliyê pisporên serbixwe ve bi berfirehî bên vekolîn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rayedar, saziyên darazê û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku li hemberî gundên Êzidiyan bi berpirsyariya xwe ya dîrokî tevbigerin.

Saziyên beşdarên daxuyaniyê wiha ne:

Civaka Êzidî ya Bielefeld-OWL, Civaka Êzidî ya Emmerich, Civaka Êzidî ya Sulingen, Civaka Êzidî ya Wilhelmshaven, Navenda Çanda Êzidî ya Bremen, Navenda Çanda Êzidî ya Celle, Civaka Êzidî ya Westmünster, Dengê Azad (DRA), Civaka Êzidiyan a Bochum, Civaka Êzidiyan a Bergen, Enstîtuya Zanistên Êzidî, Komela Cil û Bergên Kevneşopî ya Êzidî ya Oldenburg, Dîwana Gundê Bacinê (Tirkiye), Ronahî Diepholz, Civaka Êzidî ya Osterholz, Forûma Êzidî ya Oldenburg, Forûma Êzidî ya Delmenhorst, Komela Çanda Êzidî ya Ostfriesland, Komela Çandî û Civakî ya Êzidî, Navenda Çand û Mafên Êzidî, Yekîtiya Eyaleta Niedersachsen ya Êzidiyan, Navenda Çanda Êzidî ya Liège (Belçîka), Federasyona Êzidiyên Fransa, Mala Êzidiyan a Rouenê, Yekîtiya Êzidiyan a Amiensê, Mala Êzidiyan a Bordeaux, Mala Êzidiyan a Valence, Mala Êzidiyan a Lille, Civaka Êzidî ya Rheinland-Pfalz, Civaka Çand û Civakî ya Êzidî ya Berlînê, Akademiya Navneteweyî ya Êzidiyan, Şengal – Komela Çand û Medyaya Êzidî, Yekbûna Êzidiyan a Hameln-Pyrmont, Roja Êzidî ya Stuttgart, Navenda Qirkirina Êzidiyan, Komela Çanda Êzidî ya Bielefeld, Mala Êzidiyan a Lüneburg, Rêxistina Alîkariya Êzidî Roj, Komela Êzidî ya Meinersen, Komela Çand û Kevneşopî, Civaka Êzidiyan li Norwêcê, Komela Thüringen, Rêxistina Mafên Mirovan a Êzidî, Navenda Karûbarên Êzidiyan, Komela Ciwanên Êzidî ya Awistralyayê, Enstîtuya Hevkariya Êzidî Rojnas, Rêxistina Xizmetên Giştî Zuhoor, Mala Êzidxanê ya Dortmund, Civaka Êzidî ya Almanyayê, Yekîtiya Êzidiyan a Hamburgê, Koma Birayên Êzidî, Komela Çanda Êzidxan74 ya Freiburg, Yekîtiya Êzidiyan, Meclisa Dînî ya Êzidî, Rêxistina Alîkarî û Pêşveçûnê ya Şengal Heart, EBKK, Akademiya Hêzkirinê JANGO, Komela Dostaniya Alman-Êzidî, Komela Çanda Êzidî ya Krefeld, Mala Êzidiyan a Hildesheim, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyê, Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê, Komela Çanda Alman-Êzidî, Mala Êzidiyan a Cloppenburg, Navenda Çanda Êzidî ya Berlîn, Navenda Çanda Êzidî ya Hannover, Sîwana Meclisên Jinên Êzidî, Meclisa Jinên Êzidî ya Berlîn, Komela Jinên Êzidî ya Achim, NAV-YEK, Komela Çanda Êzidî ya Heidekreis, Navenda Çanda Êzidî ya Wesel, Civaka Êzidî ya Verden, Navenda Çanda Êzidî ya Hameln, Civaka Êzidî ya OWL, Navenda Huner û Çanda Êzidî ya Löhne, Tifaqa Civaka Êzidî, Civaka Êzidî ya Ninburg, Civaka Êzidî ya Serêkaniyê.

Etîket: bangawazîÊzidîGESMidyadprojeyên Enerjiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

Bangawaziya xurtkirina “Konseferansa Veguherîna Komara Demokratîk” hat kirin

21 GULAN 2026
Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

Li Giyadînê protestoya li dijî GESê: Destên xwe ji ser axa me bikişînin

20 GULAN 2026
Encamnameya kongreya TAJÊ: Em ê bi sîstema komînan demokrasiyeke radîkal ava bikin

Encamnameya kongreya TAJÊ: Em ê bi sîstema komînan demokrasiyeke radîkal ava bikin

19 GULAN 2026
Jineke Êzidî ya hate rizgarkirin gihîşte Şengalê

Jineke Êzidî ya hate rizgarkirin gihîşte Şengalê

4 GULAN 2026
Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Hezex, Midyad û Wêranşarê Çarşema Serê Nîsanê hate pîrozkirin

15 NÎSAN 2026
Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

13 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

    Serdanên cejnê yên partiyên siyasî: Divê statuya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 18 sal ceza li 3 jinên xwepêşander hat birîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (723)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne