Balafirên şer ên Tirkiyeyê ji destpêka sala 2024an heta niha 216 caran êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encama van êrîşan de 98 kesan jiyana xwe ji dest dan û 139 kes birîndar bûn.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 21ê Kanûnê de li Hesekê êrîş pêk anî. Di êrîşan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ku Navenda wê Îngîlistan e, ji destpêka 2024an heta niha balafirên şer ên Tirkiyeyê 216 caran êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûrî kiriye û 98 kesan di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 21ê Kanûnê de li gundê Tel Borak ê Hesekê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de 1 jê jin 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Di heman rojê de balafirên şer ên Tirkiyeyê li navçeya Sirinê yê Kobanê embara genim bombe kir û zêdeyî 300 ton genim şewitî. Di 19ê Kanûnê de dîsa balafirên şer ên Tirkiyeyê maşîneya rojnamevanan bombe kiribû. Di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê de rojnamevan Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan jiyana xwe ji dest dan û ajokarê wan jî birîndar bû. Li gorî daneyên SOHRê ji destpêka 2024an heta niha balafirên şer ên Tirkiyeyê li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 216 caran êrîşên hewayî pêk anîn. Di encama van êrîşên hewayî de 98 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşan de 59 şervan û 80 sivîl bi giştî 139 kes birîndar bûn.
Li gorî daneyên SOHRê balafirên şer 144 caran axa Haseke, 13 caran axa Reqayê, 59 caran axa Helebê, bombe kiriye.