• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê rojnameger Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin

    Cenazeyê rojnameger Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin

    Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çîroka herî biêş ya Helebceyê: Zarokên winda

    Çîroka herî biêş ya Helebceyê: Zarokên winda

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê rojnameger Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin

    Cenazeyê rojnameger Osman Kiliç li Amedê hate pêşwazîkirin

    Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    Xebatkarê çanda Kurdî Evdirehman Zal koça dawî kir

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    Çîroka herî biêş ya Helebceyê: Zarokên winda

    Çîroka herî biêş ya Helebceyê: Zarokên winda

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

    Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tirkiye bi yekzimanî, 113 welat jî bi pirzimanî perwerde dikin

Veysel Avci / AW

9 ÎLON 2025 - 08:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li cîhanê 194 welat endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) ne. Li van 113 welatan li her welatekî gelek ziman fermî hene. Li Bolivya 37 ziman fermî ne. Lê li Tirkiyeyê tenê Tirkî hem fermî ye û hem jî zimanê perwerdehî ye.

Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Gerdûnî her millet û netew xwedî maf e ku bi zimanê zikmakî perwerde bibin. Lê li Tirkiyeyê mafê heyî jî tê qexekirin û zimanê Tirkî li ser milletên din tê ferzkirin.

Di cîhanê de gelek peyman hene. Li gorî “Peymana Li Diji Cudakariya Perwerdehiyê”, “Peymana Mafê Çandî, Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî”, “Danezana Mafê Kesên Girêdayî Netew, Baweriyên Kêmar” û Peymana “Şertê Zimanê Kêmaran û Herêmên Ewropa” her civak û bawerî xwedî maf e ku ji bilî dibistanan, karibin dibistanên cuda ava bikin û li van dibistanan zarokên xwe perwerde bikin. Dema mirov li mînakên cîhanê yên pirzimanî û perwerdehiya pir zimanî dinerin, mirov dibîne ku li cîhanê cerebeyên ku Tirkiye jê sûdê bigire gelek in.
Li Komara Gel a Çinê 50, li Hîndîstanê 36, li Rûsyayê 34, li Îtalyayê 11, li Filipinê 17, li Başurê Afrikayê 11 ziman, wekî zimanê fermî hatine qebûlkirin. Li Iraqê 4, li Îranê 8, ziman fermî ne. Li gel fermîyeta ziman li gelek welatan jî pir zimanî perwerdehî tê dayîn. Li Tirkiyeyê jî 35 ziman hene. Lê tenê zimanê Tirkî fermî ye. Li aliyekî qedexe zêde ye, li aliyê din destûr nayê dayîn ku milletên din bi zimanê xwe perwerde jî bibin.

Li welatên cîhanê yên pêşketî perwerdehî bi pirzimanî tê dayîn. Li welatên ku bi pir zimanî perwerdehî tên dayîn, di aliyê demokrasî, mafên mirovan û aştiya navxweşî de jî pêşketî ne. Dema mirov li welatên cîhanê dihere, herî zêde welatên wekî, Swîsre, Swêd, Bolîvya, Çîn, Îsraîl, Almanya, Efrîqa Başûr, Kanada, Amerîka, Fransa, Hîndîstan, Brîtanya, Îspanya, Belçîka perwerdehiya pir zimanî heye.
Li welatê Îsraîlê piraniya nifûsê bi zimanê îbranî diaxivin. Lê ji bo erebî statuyek taybet heye. Li Almanyayê jî li hin dibistanên sereteyî hefteyê 3 -5 saetan bi gelek zimanan perwerdehî tê dayîn. Li Afrîqaya Başûr bi 9 zimanan perwerdehî bi zimanê zikmakî tê dayîn. Li Swîsreyê bi 4 zimanan perwerde tê dayîn. Li Swîsreyê bi 32 zimanan, li Amerîkayê herî kêm bi 2 zimanan, li Kanadayê herî kêm bi 2 zimanan perwerde tê dayîn. Lê 20 zimanên kêmaran tên parastin. Li Fransayê bi 2 zimanan, li Belçîkayê bi 2 zimanan, li Hindîstanê ku nêzî 872 ziman û devok tên axaftin, bi 2 zimanan perwerdehî tê dayîn. Li Brîtanyayê jî herî kêm bi 2 zimanan perwerdehî tê dayîn. Li îspanyayê jî herî kêm bi 2 zimanan perwerdehî tê dayîn.

Li Tirkiyeyê jî di 30ê Îlona 2013an de Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan Pakêta Demokrasiyê aşkere kir. Bi vê pakêtê derfet da civakên din ên li Tirkiyeyê jî bi zimanê zikmakî perwerde bibin.

Pir pirzimanî dewlemendî ye

Li hin eyaletên Almanya zarokên dest bi dibistanên sereteyî dikin, hefteyê 3 – 5 saetan bi awayekî mecbûrî bi zimanê zikmakî perwerde dibin.

Etîket: AlmanyaçînFransaHindistanSwîsretirkîTirkiyeWelat.ziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

Tirkiye û Îranê regeşiyên dawî axivîn

10 ADAR 2026
Bahçelî: Muxatabê herî cidî Îmrali ye

Bahçeli: Dixwazin şerê Sûnî û Şiîyan derbixin

10 ADAR 2026
‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

9 ADAR 2026
Fransa li Tengava Hurmuzê amadekariya mîsyoneke parastinê dike

Fransa li Tengava Hurmuzê amadekariya mîsyoneke parastinê dike

9 ADAR 2026
Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

4 ADAR 2026
Fransa û Almanya Koma Rêberiya Nukleerî ava kir

Fransa û Almanya Koma Rêberiya Nukleerî ava kir

2 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Pênûsa Ehmed Huseynî di xizmeta gel de bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza 2003yan: Em li vir in, em Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bismilê Newroz bi awayekî bicoş hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şîrîn Altay: Atmosfera aştiyê ya li derve di girtîgehan de tune ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdên li Rojhilat di şertên şer de pêşwaziya Newrozê dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Ocalan a ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ derçû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya azad stûnek xwe winda kir: Osman Kiliç wek akademiya ragihandinê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 14ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (515)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne