Amed – Ciwanê Kurd Ahmet Tabu û hevalê wî Mehmet Agîd Bagdû yên li Girtîgeha Balafirgeha Zurîhê ya Swîsreyê li dijî biryara dersînorkirinê û nêzîkatiyên dermirovî, ji 2yê Hezîranê û vir ve ketine çalakiya birçîbûnê gotin: “Em ê teqez bi ser kevin. Berxwedan jiyan e.”
Li hemberî penaberên Kurd polîtîkayên dersînorkirinê yên dewletên Ewropayê didomin. Penaberê siyasî Ahmet Tabu ê li Kantona Thurgau ya Swîsreyê jiyana xwe berdewam dikir di çarçoveya heman polîtîkayan hat binçavkirin û derbarê wî de biryara dersîrkirina hat dayîn. Ahmet Tabû di Girtîgeha Balafirgeha Zurîhê de dest bi rojiya mirinê kir.
Ahmet Tabu di sala 2022an de ji ber cezayên lê hatine birîn ji Tirkiyeyê koçî welatên Ewropayê kir. Di sala 2024an vir ve jî li Swîsreyê jiyana xwe berdewam dikir. Di 29ê Gulanê de ji bo nasnameya xwe nû bike dema çûye saziya koçberiyê hat binçavkirin û 11 rojan ji hêla dewleta Swîsrêyê ve dîl hat girtin. Ahmet Tabu derbarê rewşa xwe dawî û polîtikayên dewletên Ewropayê yên li ser penaberên Kurd ên siyasî ji ajansa me re axivî.
‘Ji ber zextên Tirkiyeyê neçarî penaberiyê bûm’
Ahmet Tabu bal kişand ser çîroka jiyana xwe û destnîşan kir ku malbata wî di salên 90î de ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê yên valakirina gundan neçar maye ji gundê Huseynik ê navçeya Lîceya Amedê koçî Stenbolê kir wiha behsa penaberiya xwe kir: “Piştî şehadeta xwişka min û vegera li Amedê, hişmendiya min a welatparêziyê pêş ket. Di sala 2014an de ji ber tevlibûna daxuyaniyeke TJAyê ya li dijî komkujiyên DAIŞê yên li ser Rojava, hatim girtin û 8 mehan di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de girtî mam. Ji ber rûbirûbûna cezayên girtîgehê û zextên siyasî, di dawiya sala 2022yan de neçar mam û mafê penaberiyê ji Swîsreyê xwest.”
‘Li saziya koçberiyê bi kelepçeya berevajî hat binçavkirin’
Ahmet Tabu derbarê pêvajoya binçavkirina xwe ya li Swîsreyê de axivî û got: “Di 29ê Gulanê de, bi randevûya kantona ku ez lê me (Thurgau), ez ji bo karûbarên nûkirina nasnameyê çûm saziya koçberiyê û min ji bo nasnameya nû serlêdan kir. Li wir ji min re gotin ‘em ê nasnameya te nû bikin, divê tu hinekî bisekînî’. Di vê heyamê de ez û hevalê xwe, bêyî ku hay ji tiştên ku dê bi serê me de bên hebe, li benda hatina demê man. Nêzî saetek şûnda, kesekî sivîl ku di destpêkê de min fêm nekir kî ye û tenê qertek li ser bû ket hundur. Wî diyar kir ku ew dixwaze bi min re bi taybetî biaxive û piştre em derbasî odeyeke bûn. Li wir ji min re hat gotin ku bi biryara kantonê ez ê ji ber bi welatê xwe ve bêm dersînorkirin. Helwestên êrîşkar ên kesê ku bi min re hevdîtin kir, pir bûn. Piştre ji min re ragihandin ku ez bi tu awayî nikarim li dijî vê biryarê îtîraz bikim û ji bo binçavkirina min polîsên kantonê vexwendin odeyê. Ji aliyê 2 polîsên ku hatin ve, tevî ku tu sûcekî min tune bû jî, ez bi kelepçeya berevajî hatim binçavkirin û ez birim girtîgeha Frauenfeldê. Li girtîgehê ez rûbirûyê lêgerîna tazî hatim.
‘Ji gardiyan heya bijîşk rastî helwestek nijadperest hatim’
Di berdewamiya axaftina xwe de Ahmet Tabu da zanîn ku piştî du rojan ew bê parêzer derxistin pêşberî dadgehê û axaftina xwe wiha domand: “31ê Gulanê, roja yekşemê ez ji Girtîgeha Frauenfeldê hatim derxistin û dîsa min li Frauenfeldê derxistin pêşberî dadgeha kantonê. Bi tu awayî parêzer ji min re nehat şandin û ez neçar mam ku parastina xwe bixwe bikim. Ez li dadgehê rûbirûyê zexta dozger a ku mafên mirovan binpê dikir hatim. Di hawîrdorek bi temamî nexweş de îfadeya min hat girtin û ez anîm girtîgeha Balafirgeha Zurîhê ya ku niha lê têm girtin. Ji 31ê Gulanê vir ve ez li vir têm ragirtin. Li vir jî ez rûbirûyê lêgerîna tazî hatim. Ji bo sekinandina hem van şert û mercan û hem jî biryara dersînorkirinê ji 2yê Hezîranê vir ve ez tevî hevalê xwe Mehmet Agîd Bagdu re tên ragirtin û em her çend jê re bibêjin greva birçîbûnê jî, me dest bi rojiya mirinê kir. Ji gardiyanê wê bigire heta bijîşkê wê, em rûbirûyê helwestên faşîst hatin.”
‘Divê Tirkiye mîna birêz Ocalan wêrek be’
Ahmet Tabu diyar kir ku heya di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çareserî nebe, dewleta Tirk wêrek nebe, rewşên wiha dê bidomin û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê, dibe ku ev salek zêdetir e qaşo pêvajoyek çareseriyê tê jiyîn û em jî rewşê ji vir dişopînin. Her çend sernav çareserkirina pirsgirêkê be jî, naverok ji wê pir dûr e. Em bawer nakin ku gavên yekalî yên hatine avêtin karibin pirsgirêkan ji holê rakin. Di demekê de ku erdnîgariya me ya Rojhilata Navîn wekî mencelekê kelandî ye. Ev pêvajo bi însiyatîfaRêber Apo dest pê kiriye û heta roja me ya îro berdewam dike. Yekalî tevgerîna dewletê û neavêtina gavên berbiçav, nîşan dide ku ew bi ciddiyet çawa nêzî rewşê didin. Heta ku gelên li Tirkiyeyê bi awayekî çalak û bilez piştgiriyê nedin vê pêvajoyê, nêzîk e ku Tirkiye jî para xwe ji vê mencela kelandî bigire. Em hêvî dikin ku dewleta Tirkiyeyê mîna birêz Ocalan wêrek be, Kurd êdî bibin xwedî statû, zilma ku ji dîroka komarê vir ve tê jiyîn bi dawî bibe û pêvajoya li pêşiya me bibe sedema xêrê ji bo hemû gelan. Nexwe, hêza Kurd jî, vîna wî jî li ber çavan e.
‘Moral û motîvasyona me bilind e’
Di dirêjiya axaftina xwe de Ahmet Tabu da zanîn ku ew li girtîgeha niha lê tê ragirtin rastî lêgerîna tazî û helwestên faşîst ên gardiyan û bijîşkan hatiye. Ahmet Tabu li ser çalakiya xwe û girtiyê din Mehmet Agîd Bagdu kir greva birçîbûnê wek rojiya mirinê pênase kir û wiha axivî: “Em ne xerîbê vê çalakiyê ne. Di sala 2019an de, bi banga heval Leyla Guven, min 87 rojan di çalakiya zindana Amedê de cih girt. Ji ber vê yekê moral û motîvasyona me bilind e lê rewşa me ya tenduristiyê roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe. Ji roja ku me dest bi çalakiyê kiriye vir ve, tu geşedaneke ku ji me re hatibe ragihandin tune ye. Demekê komputerên me hatin girtin û têkiliya me ya bi derve re hat birîn. Tenê tiştê erênî ku pêş dikeve, têkoşîna hevalên me yên li derve ye.”
‘Em ê teqez bi serkevin’
Ahmet Tabu di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Wek dawî dixwazim bine du mijaran xêz bikim. Mîna ku şehîdê me yê şoreşger Yılmaz Guney ê ku di dema ku ji welatê xwe, ji nîştimana xwe dûr mabû de û li Fransayê jiyana xwe ji dest dabû gotiye: ‘Bila dost û dijmin, her kes zanibe ku em ê bi ser kevin, em ê teqez bi ser kevin.’ Wekî kesên gelekî ku baweriya wan a bi ‘ji axê hatin û çûyîna ber bi axê ve’ bilind e tê; em dixwazin her kes zanibe ku tirsa me ji mirinê nîn e, ev tenê û tenê berhema xeyalan e. Berxwedan Jiyan e”













