• Nûçeyên Herî Dawî
Ahmet Karamûs: Pêwiste em bi yekrêzî derkevin pêşberî cihanê

Ahmet Karamûs: Pêwiste em bi yekrêzî derkevin pêşberî cihanê

23 KANÛN 2024 - 08:05
Li Rihayê civînên gel didomin

Li Rihayê civînên gel didomin

3 TÎRMEH 2025 - 23:22

Civînên Aştî û Civaka Demokratîk li Cizîr û Hezexê hatin lidarxistin

3 TÎRMEH 2025 - 22:36
Koyê Cûdî de şewat vejîya

Çiyayê Cûdî ji nîvro ve dişewite

3 TÎRMEH 2025 - 21:20
‘Qezayên kar cînayet in’

‘Qezayên kar cînayet in’

3 TÎRMEH 2025 - 18:40
Zîlan û Sema hatin bibîranîn

Zîlan û Sema hatin bibîranîn

3 TÎRMEH 2025 - 18:24
‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

3 TÎRMEH 2025 - 18:08
Ayşegul Dogan: Wê hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin

Ayşegul Dogan: Wê hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin

3 TÎRMEH 2025 - 17:25
Bi girseyî çûn serdana şîna Mûsa Kaya 

Bi girseyî çûn serdana şîna Mûsa Kaya 

3 TÎRMEH 2025 - 15:56
Parêzer Işik dawî li jiyana xwe anî

Parêzer Işik dawî li jiyana xwe anî

3 TÎRMEH 2025 - 15:31
Li çiyayê Cûdî şewat derket

Li çiyayê Cûdî şewat derket

3 TÎRMEH 2025 - 14:01
Malbata endamê PKKê Urek şîn danî

Malbata endamê PKKê Urek şîn danî

3 TÎRMEH 2025 - 13:52
DAIŞê li Pirdê cotkarekî Kurd revand

DAIŞê li Pirdê cotkarekî Kurd revand

3 TÎRMEH 2025 - 12:45
19 kes di rojekê de hatin kuştin

19 kes di rojekê de hatin kuştin

3 TÎRMEH 2025 - 12:03
DFG: Di Hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin

DFG: Di Hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin

3 TÎRMEH 2025 - 11:41
Karasû: Tecrîdkirina Rêber Apo pêvajoyê lawaz dike

Karasû: Tecrîdkirina Rêber Apo pêvajoyê lawaz dike

3 TÎRMEH 2025 - 10:14
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Rihayê civînên gel didomin

    Li Rihayê civînên gel didomin

    Civînên Aştî û Civaka Demokratîk li Cizîr û Hezexê hatin lidarxistin

    Koyê Cûdî de şewat vejîya

    Çiyayê Cûdî ji nîvro ve dişewite

    ‘Qezayên kar cînayet in’

    ‘Qezayên kar cînayet in’

    Zîlan û Sema hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema hatin bibîranîn

    ‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

    ‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Li Rihayê civînên gel didomin

    Li Rihayê civînên gel didomin

    Civînên Aştî û Civaka Demokratîk li Cizîr û Hezexê hatin lidarxistin

    Koyê Cûdî de şewat vejîya

    Çiyayê Cûdî ji nîvro ve dişewite

    ‘Qezayên kar cînayet in’

    ‘Qezayên kar cînayet in’

    Zîlan û Sema hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema hatin bibîranîn

    ‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

    ‘Êrîşa li dijî LeManê provaya komkujiyê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ahmet Karamûs: Pêwiste em bi yekrêzî derkevin pêşberî cihanê

Mahmût Altintaş / AW

23 KANÛN 2024 - 08:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex – Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs destnîşan kir ku di qonaxa nû ya Sûriyê de ji bo destkêftî û mafê Kurdan bên mîsogerkirin pêwistî bi yekitiya Kurdan heye û got: “Firseteke dîrokî ketiye destê me. Ku em vê yekê pêk nînin û nebin xwedî statû sûc e.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên bendava Tişrîn û pira Qarakozax deklerasyonek aşkera kir. Di deklerasyonê de destnîşan kirin ku pirsgirêkên di nava Sûriyeyê de bi diyalogê bêne çareserkirin û êrişên li ser herême rawestin. Her wiha di deklerasyonê de bang li hêz û partiyên Kurd jî kirin ku bi yek dengî biçin Şamê û di qonaxa nû ya Sûriyê de Kurd jî mafên xwe bi dest bixînin. Tevî hewldanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên agirbestê jî Tirkiye bi hincetên cur bi cur agirbest xera kir û êrişên xwe yên li ser herêmê berfirehtir kir. Hewldan û xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bi komxebat û civînan berdewam dike.

Hevserokê Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Ahmet Karamus tekildarî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nîqaşên derbarê yekitiya neteweyî ya Kurd de ji Ajansa Welat re axivî. Ahmet Karamus bi lêv kir ku Tirkiye bi êrişên xwe dixwazê herêmê dagir bike û ev tişt anîn ziman: “Sûriye derbasî qonaxeke nû bû. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di vê qonaxa nû de aşkera kir ku ew dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalogê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên çareserkirin. Serokê HTŞê fikara xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê erenî û neyînî aşkera nekiriyê. Komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê hemû pêşniyarên Rêveberiya Xweser ret kirin û bi êrişan dixwazin herêmê dagir bikin. Êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê niha jî êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Di heman deme de Tirkiye ji bo Rêveberiya Xweser di nav vê qonaxa nû ya Sûriyeyê de cih negirê hewldanên xwe berdewam dike. Heke mudaxaleyeke navneteweyî li dijî êrişên Tirkiyeyê dernekeve holê xuya dike ku êrişên Tirkiyeyê wê hê berfirehtir bibin. Tirkiye bi hinceta “Terorizme” êrişên xwe reva dike. Lê hemû dinya jî dizane û dibîne ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li dijî terorizmê şer kiriye û sîstemeke demokratik bi tevlîbûna hemû gel û pêkhateyan ve damezrandiye. Tirkiye jî bi hêzên cîhadîst destvardena herêmê dike.”

‘ENKS li pêşiya yekitiya neteweyî ya Kurd asteng e’

Ahmet Karamus di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de pêvîstî bi yekitiya neteweyî ya Kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo argumanên Tirkiyeyê bên pûçkirin û êrişên li ser herêmê rawestin yekane pediviya me bi cihanîna yekitiya neteweyî heye. Di vî warî de divê hemû hêz û partiyên Kurd bi yek stratejiyê tev bigerin û bi rêya diyaloge armancên xwe pêşkêş bikin. Lê mixabin heta niha yek rêziyek di nava hêzên Kurd de pêk nehatiye. Şertên ku ENKS dide pêşiya yekîtiyê ne daxwazên Kurdan in. Daxwazên Tirkiyeyê ne. Bi van şertan ENKS li pêşiya yekitiya Neteweyî dibe asteng. Ew daxwaz ne berjewendiyên Kurdan in. ENKS bi van şertan ji dewleta Tirk re hincetan ava dike. Ew jî nîşan dide ku MÎTa Tirk ev şert ji ENKS xwestiye. Heta niha gaveke erênî pêş neketiye. Lê em bi hêvî ne ku di demên pêş de gavên erênî derkevin holê û yekîtiyek di nava hêzên Kurd de ava bibe.”

‘ENKS destê Tirkiyeyê xurt dike’

Ahmet Karamûs diyar kir ku raya giştî ya Kurdistanê jî yekitiya neteweyî dixwazin û girîngiya yekitiya neteweyî wiha anî ziman: “Raya giştî ya Kurdistanê bi helwest û çalakiyên xwe diyar dikin ku divê Kurd di vê qonaxê de bibin yek. Li hemû beşên Kurdistanê rayagiştî zexteke li ser aliyên siyasî neke, yekreziya hêzên Kurd jî dê zahmet bibe. Yên ku nezikî yekrêziyê nabe diyar e. Şert û mercên ku ENKS dide pêşiya Rêveberiya Xweser ne pêkan e. Ew şert di bin kontrola MÎTa Tirkiyeyê de ye. Şert û mercên ku ew dibêjin hikumet û rayadarên dewletê jî tîne ziman. ENKS gotinên Tirkiyeyê dubarê dikin. Armanca wan ne yekitiya Kurd e. Armanca wan ne bi yek şandê biçin Şamê û di qonaxa nû ya Sûriyeyê de ji bo mafê Kurdan bikevin diyaloge. Astengiyan dixin pêşiya yekîtiya neteweyî ku destê Tirkiyeyê û çeteyên giredayî wê xurt bike. Ew yek xetereyên mezin ji bo me derdixîne holê.”

‘Dem dema yekîtiyê ye’

Ahmet Karamûs anî ziman ku wan weke KNKê ji bo yekîtiyê bi hemû aliyan re ketine tekiliyê û ev tişt got: “Me daxwaz û bangavaziyên xwe bi hemû şêvazan kirin. Partiyên ku di navbera wan e nakokî hene û weke hev nafikirin jî divê vê qonaxa nû de hemû fikren xwe ji aliyekî bihêlin û ji bo destkeftiyên neteweyî bi yek stratejiyê tev bigerin. Pêvîste em berjewendiyên xwe yên partî û koman li aliyekî bihêlin. Divê em li ser stratejiyekê bibin yek û tev li pêvajoya nû ya Suriyeyê bibin ku destkeftî û mafên xwe mîsoger bikin. Me weke KNKê bangavazî li partiyên li Başur ku ji ENKS re di nava têkiliye de ne jî kir. Di vê qonaxê de bi qasî ku firset û derfet derketine holê ew qas jî xetere li ser destkeftiyên Kurdan hene. Lewra ev dem dema yekîtî û yekrêziyê ye. Lê mixabin tevî daxwaza hemû rayagiştî ya Kurdistanê yekitî be jî, yên ku bi Tirkiyeyê re di têkiliyê de ne, li dijî destkeftiyên Kurdan tev digerin.”

‘Rojava têk biçe sibê dora Başur e’

Ahmet Karamus destnîşan kir ku pêknehatina yekitiya neteweyî, xetereya rû bi rû mayina Lozan a 2yemîn bi xwe re tîne û wiha berdeam kir: “Firseteke dîrokî hatiyê pêşya me. Heke em vê firsetê nekarin bikar bînin û nebin xwedî statû wê ji bo dîrokê sucek be. Ew mesuliyekete neteweyî ye. Di vê qonaxê de divê hemû alî bi berpirsyarî tev bigerin ku em bigêjin encamê. Îro xetere li ser Rojavayê Kurdistanê heye. Hebûn û tunebûna Rojavayê Kurdistanê di heman deme de hebûn û tunebûna destkeftiyên sedsala nû ye. Bila tu kes bi hesabekî cuda xwe naxapîne. Heke yekitiya neteweyî pêk neyê wê ji bo destkeftiyên me bibe asteng. Heke Kurd bi yekrêzî tev negerin em ê derfet bidin dijminên Kurd ku li hemberî me bikar bînin. Bila tu kes hesabên şaş neke. Heke îro Rojavayê Kurdistanê têk biçe sibê dora statuya Başurê Kurdistanê ye. Tirkiye ne tenê di asta leşkerî ve bi asta çandî û siyasî êrişî hebûna Kurdan dike. Îro hebûn û tunebûna Kurdan di rojevê de ye. Heke em bikarin vê qonaxê yekitiya xwe ava bikin di asta navneteweyî de piştgiriyek heye. Hem Neteweyên Yekbûyî (NY) û hem jî dewletên Ewropî fikrên xwe aşkera dikin ku pirsgirêka Kurd bi rêya dîalogê bên çareserkirin. Divê di vê qonaxê de em bi yekrêzî derkevin pêşberî hemû cihanê.”

‘Em di qonaxa fînalê de ne’

Ahmet Karamus herî dawî ji bo yekitiya neteweya Kurd bang li partî û hêzên Kurd kir û got: “Em weke KNKê, li her çar aliyên Kurdistanê û dervayî welat di nava seferberiyê de ne. Heke em vê qonaxê bi serkeftî derbas nekin û destkeftî û mafên Kurdan mîsoger nekin di pêşerojê de metirsiyeke mezin wê li ser hebûna Kurdan derkeve holê. Em careke din bang li hemû partî û hêzan dikin ku; Ew qonaxeke girîng û hesas e. Em di qonaxa finalê de ne. Heke di vê qonaxa finale de jî em bi yekrêzî tevnegerin destkêftiyên heyî jî wê ji dest me biçe. Em bang li hemû partî û rayagiştî ya Kurdistanê dikin ku li gor yekitiya Kurd tev bigerin. Em tu şêwazî ew daxwazên wan ku bi zimanê dagirkeran weke şert li ser me ferz dikin qebûl nakin. Em li derdora stratejiyeke hevpar kom bibin. Ew qonaxa hebûn û tunebûnê ye. Divê em di vê sedsala 21an de careke din bêpar neminin. Ji bo vê yekê divê em hemû erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Yên ku nêzî yekitiya neteweyî nebin teşhir bikin û zextê li ser wan bikin. Ez di wê hêviyê de me ku gelê Kurd ji herçar aliyên Kurdistanê wê yekreziya xwe pêk bîne û serkêftina gelê Kurd wê di vê sedsalê de pêk were.”

Etîket: Ahmet KaramusENKSKNKKurdSûriyeYekîtî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Amerîkayê pêkanînên li ser Sûriyeyê rakir

Amerîkayê pêkanînên li ser Sûriyeyê rakir

1 TÎRMEH 2025
HSDê bîlançoya 24 saetan eşkere kir

HSDê îdiayên ’Operasyona Çolistana Sûriyeyê’ derewand

30 HEZÎRAN 2025
Rayberê Şarê Kurd Abdullah Ocalanî Newroza şarî pîroz kerd

Abdullah Ocalan, Şêx Seîd bibîr anî: Serhildana wê çaxê têkoşîna azadiya îro ye

27 HEZÎRAN 2025
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang

24 HEZÎRAN 2025
‘Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin’

‘Projeyên sed sal berê hatibûn çêkirin niha xera dibin’

24 HEZÎRAN 2025
PJAK: Têkoşîna demokratîk a gel wê azadiyê bîne

Ji PJAKê daxuyanî: Li şûna fitneyê em ê yekitiyê ava bikin

23 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (51)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne