Enqere – Komîsyona li meclisê wê di 17 û 18ê Îlonê de civîna xwe ya 10-11an li darbixîne. Navê akademîsyenên ku di komîsyonê de bên guhdarkirin diyar bûn. Civîn wê bi 2 rûniştinan pêk were û piştî vê civînê dê guhdarkirin bi dawî bibin.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatibû avakirin wê di 17 û 18ê Îlonê de civîna xwe ya 10-11an li dar bixe. Navê akademîsyenên ku di civîna komîsyonê de bên guhdar kirin wiha ne:
“Di rûniştina yekem a civînê de; Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokûş Veznedaroglû, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk Doç. Dr. Çerag Esra Çûhdar wê ben guhdar kirin
Di rûniştina dûyem a civînê de; Fatih Ûlûsoy, Huseyin Orûç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkûn, Prof. Dr. Talha Kose wê bên guhdar kirin.”
Di civîna 11an de jî; Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfedarasyona Cerdevanan û Malbatên Şehîdan a Anatoliyayê, Weqfa Alimên Medreseyê, İTTİHA, Federasyona Karmendên Herême, Komeleya Karmendên Jin ên Herême wê bên guhdarkirin. Piştî civînê dê vê hefteyê guhdarkirina komîsyonê bi dawî bibe.