• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serokeşîrên Ereb: Abdullah Ocalan sembola aştiyê ya Rojhilat Navîn e

    Serokeşîrên Ereb: Abdullah Ocalan sembola aştiyê ya Rojhilat Navîn e

    Dûran Kalkan: Mijûlkirin çareseriyê pûç dike

    Dûran Kalkan: Mijûlkirin çareseriyê pûç dike

    ROJEVA 17ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 17ê ÎLONA 2025an

    Karkeran Îngîlîz: Mafê Hêviyê nas bikin

    Karkeran Îngîlîz: Mafê Hêviyê nas bikin

    Jîna Mahsa Emînî li Amed, Enqere û Îzmîrê hat bibîranîn

    Jîna Mahsa Emînî li Amed, Enqere û Îzmîrê hat bibîranîn

    ‘Porê Jîna Emînî sembola berxwedanê ye’

    ‘Porê Jîna Emînî sembola berxwedanê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serokeşîrên Ereb: Abdullah Ocalan sembola aştiyê ya Rojhilat Navîn e

    Serokeşîrên Ereb: Abdullah Ocalan sembola aştiyê ya Rojhilat Navîn e

    Dûran Kalkan: Mijûlkirin çareseriyê pûç dike

    Dûran Kalkan: Mijûlkirin çareseriyê pûç dike

    ROJEVA 17ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 17ê ÎLONA 2025an

    Karkeran Îngîlîz: Mafê Hêviyê nas bikin

    Karkeran Îngîlîz: Mafê Hêviyê nas bikin

    Jîna Mahsa Emînî li Amed, Enqere û Îzmîrê hat bibîranîn

    Jîna Mahsa Emînî li Amed, Enqere û Îzmîrê hat bibîranîn

    ‘Porê Jîna Emînî sembola berxwedanê ye’

    ‘Porê Jîna Emînî sembola berxwedanê ye’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dûran Kalkan: Mijûlkirin çareseriyê pûç dike

Navenda Nûçeyan / AW

17 ÎLON 2025 - 08:21
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Yek ji sazumankarê PKKê Dûran Kalkan diyar kir ku siyaseta mijûlkirinê cewhera çareseriyê pûç dike û got, “Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê dike.”

Yek ji sazumankarê PKKê Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TVyê de tecrîda li Îmraliyê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina ‘mafê hêviyê’, helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser vê mijarê û karên komîsyona li meclîsê nirxandin kir. Dûran Kalkan destnîşan kir ku mifteya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Dûran Kalkan di destpêka bernameyê de berxwedana li Îmraliyê silav kir û got: “Ez berxwedana dîrokî ya Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Lehengên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, di şexsê wan de jî şehîdên meha Îlonê hemûyan bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînim.”

Dûran Kalkan, da zanîn ku parêzer careke din çûn giravê û wiha axivî: “Hîn nediyar e ka hevdîtin pêk hat an na. Piştî şeş salan çûn. Beriya wê ji sala 2011an heta 2019an hevdîtin nehatibû kirin. Lê belê Rojiya Mirinê dawî li vê tecrîdê anîbû. Niha piştî şeş salan parêzer çûn. Hema bibêje ‘Ji ber çûyîna parêzeran a Îmraliyê, hevdîtina parêzeran’ em ê kêfxweş bibin. Halbûkî ev yek li her cihî rewşeke gelekî xwezayî ye. Di nava demokrasiyê de tiştekî asayî ye. Welê li hevdîtina parêzeran kirine ku bi vê gotina li nava civakê dikare bê vegotin: ‘Mirinê nîşan didin û bi tayê razî dikin’. Ewqasî bêhiqûqî, bêqanûnî tê kirin, dema qanûn bi rengekî asayî tên bi cihanîn, weke ku mûcîzeyek bûye, weke ku bûyereke awarte ye didin nîşandan. Tişta ecêb ev bi xwe ye. Ev rewş ne li gorî ruh û naveroka pêvajoya heyî ye.”

Dûran Kalkan, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pêde çû: “Bi banga dîrokî ya 27ê Sibatê ya Rêber Apo re gavên dîrokî hatin avêtin ku nedihat bîra kesî, kesî jê bawer nedikir. PKK a 50 salî dawî li hebûna xwe ya rêxistinî anî. Stratejiya têkoşîna çekdarî guhert. Ewqas tişt qewimîn ku bersiv û berdêla wê çûyîna parêzeran a li Îmraliyê û hevdîtina li Îmraliyê bû. Ev tê çi wateyê? Em bersiva vê yekê ji her kesî re dihêlin. Bila her kes bipirse û binirxîne. Gelo em bibêjin, ‘Deriyên Îmraliyê hatin vekirin?’ Em bibêjin ‘Aştî hat?’ Dikare ev bê gotin? Lê belê dema ku em dibêjin, ‘tecrîd dewam dike, rewşa dîlgirtinê dewam dike’ muxatabên me dilê xwe dihêlin. Xwe aciz dikin. Baş e ev rewş çi ye? Li gel ku çar meh, di ser fesixkirina PKK’ê re derbas bûne û derbasî meha pêncemîn bûye jî dewamkirina vê rewşê, nîşandana hevdîtina parêzeran weke bûyereke mûcîzeyê ne tiştekî qebûlkirinê ye. Bi rengekî din nikare bê vegotin. Kes naveroka wê nîqaş nake. Wê çi yê naveroka wê nîqaş bikin? Jij xwe ji naveroka wê bi temamî aciz dibin.

Hem 27 sal in girtî ye, dîl tê girtin, ji ber siyasetê tê darizandin, hem jî ji ber ku li ser siyasetê diaxive, jê aciz dibin. Baş e, wê wekî din li ser çi biaxive? Çi aliyê hiqûqê ji siyasetê cuda heye? Wekî din 27 sal in her hal ji ber sedemên li derveyî siyasetê li Îmraliyê nayê ragirtin; ji ber siyasetê tê ragirtin.

Li gel vê rewşê em dibînin ku guhertineke zêde nîn e; jê wêdetir daxwazeke guherînê jî nîn e; ji aliyê guherîna siyaset û fikrî ve sekneke hevgirtî nîne. Ji bilî vê yekê nayê ti wateyê.”

‘Dê biryara KEyê helwesta YEê diyar bike’

Dûran Kalkan, da zanîn ku Komîteya Wezîran a Ewropayê 10 salan biryara Dadgeha Mafên Mirovan rawestand û wiha pêde çû: “Par ji nişka ve hate bîra wê. Piştî ku deh sal tijî kir, hat bîrê? Ji xwe 25 sal derbas kir; Rêber Apo 2 sal in bêhiqûqî li wir tê ragirtin. Dibêjin, ‘Hiqûq’; li gorî hiqûqa wan jî divê girtî nemîne. Yanî dîlgirtina dîlgirtîbûnê ye. Rewşa heyî bi vî rengî ye.

Ji ber ku ket wê rewşê, nema karîbûn zêde vê rewşê dewam bikin. Ji bo guhertinên qanûnî li Tirkiyeyê bêne kirin, ji bo tiştên bi wî rengî bêne kirin salek dem dabûn. Me nedît ku Tirkiyeyê guhertineke welê kir. Her wiha Wezareta Edaletê di bersiva xwe de bi rengekî eşkere got, wê guhertineke bi wî rengî nekin. Ji ber ku dibêjin. Eger ji wan bê, dê Rêber Apo li derveyî vê bihêlin, vê yekê jî dibêjin. Wê wekî din ji bo çi ji bo kê bikin… Yanî di nava nêzîkatiyên heyî de her tişt gelekî bê wate ne. Ji naverokê qut e. Gotinek heye ku dibêje, ‘fen û fût dibin, lê ewqasî jî li ber çavan nabe’. Qet nebe divê hinekî nixumandî be, li gorî şert û mercan be. Lê belê bi rastî jî êdî rastî li holê ye, nayê veşartin. Di pozîsyoneke gelekî neyînî de ye…

Gelo wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê niha çi bibêje? Ji xwe weke sirekê vedişêrin, hîn tiştek eşkere nekirine. Halbûkî dema bê hesabê wan her tiştî eşkere dikin, nîqaş dikin, didin çapemeniyê lê belê heta niha tiştek pêşkêş nekirine. Em ê lê binihêrin. Em ji nêz ve dişopînin. Em rewşa hiqûqî dişopînin. Gel dişopîne. Kurd gelekî bi hestiyarî û berpirsyarî nêzîk dibin.

Em ê vê yekê bibînin: Biryarên bêne wergirtin, encama ji wir derkeve holê wê helwesta rêxistiniya bi navê Yekîtiya Ewropayê diyar bikin; wê raxe pêş çavan ku li Ewropayê demokrasî heye yan na, ji bo her kesî derbas dibe yan na, çiqasî xwedî demokrasiyê ye, çiqasî dûrî demokrasiyê ye. Yanî weke lêpirsînekê, ezmûneke dîrokî ye. Wê bi vî rengî bibe.

Di vê mijarê de em dikarin vê bibêjin: Eger hîn jî helwestên weke ‘mijûlkirinê’ bêne nîşandan, hingî ev ê bê çi wateyê? Wê ji vê yekê re şirîkatiya sûc bê gotin. Het aniha bi wî rengî bû. Di demên derbasbûyî de hemû derdorên ku rewş bi rengekî rast nirxandin, helwesteke bi vî rengî nîşan dan. Ev şirîkatiya sûc wê hîn şênberî diyar bibe. Ketibû pozîsyona şirîkatiya sûc.

Wê çi bibe? Em nikarin tiştekî bibêjin. Em nikarin bibêjin ‘Bila bi vî rengî be, bi wî rengî be’. Ji ber ku di mijara pirsgirêka Kurd de Yekîtiya Ewropa yan jî demokrasiya Ewropayê helwesteke erênî nîşan nedan, helwesteke çalak nîşan nedan.

Rêber Apo di sala 1998’an de berê xwe da Ewropayê, çû Romayê. Yek ji navendên herî girîng ê Ewropayê ye. Ji bo karibe siyasetê bike û di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi rol rabe li ser sifreya zêrîn derfet pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kir. Yekîtiya Ewropa xwedî lê derneket. Qewirand; rêya Îmraliyê nîşanî Rêber Apo da. Hema bibêje wê rêya darvekirinê nîşan bida. Yanî yên ku ewqasî li dijî darvekirinê ne, Rêber Apo avêtin nava atmosfera darvekirinê. Bila kes nebêje ku me ev ji bîr kiriye. Me ew siyasetmedarên Ewropî bi taybetî jî yên Elmanyayê ji bîr nekir ku di dema darizandinên Îmraliyê de bi gotina ‘Çima şer naqewime’ li cihê xwe rûnediniştin. Em ê wê demê ti carî ji bîr nekin. Me bi zelalî dît ku siyaseta wan çi ye, xwe ji ku xwedî dikin; ev sîstema şer û nakokiyan a li Rojhilata Navîn ji aliyê kê ve, ji bo çi û çawa hatiye afirandin û kî ji vî şerî sûdê werdigirin. Û em ê ti carî ji bîr nekin.”

‘Ku berxwedan lawaz be dê Neonazizim li Ewropayê pêş bikeve’

Dûran Kalkan, bal kişand ser rola têkoşîna li Ewropayê û wiha got: “Bi rastî jî wê karibe bi rolekê rabe? Na, înîsiyatîfeke xwe ya bi vî rengî nîne. Gelekî ecêb e; Ewropa ya ku cîhan xistiye vî halî, xwe daniye aliyekî û dide pey berjewendiyên erzan. Rewşa ku divê bi esasî bê lêpirsîn, darizandin û li ser bê rawestîn ev e. Êdî em ê tiştekî nebêjin; em ê li bendê bisekinin û bibînin. Lê belê bêguman helwesta me jî dibe. Ji xwe di vê mijarê de em nikarin ji wan re tiştekî bibêjin, lê belê em dikarin bang li derdorên demokratîk, hêzên çep-sosyalîst, parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên jin û ciwanan ên Ewropayê bikin.

Ev rewş ji bo Ewropayê rûreşî ye. Êdî li hemberî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke çalak heye. Ji bo pêşketina demokrasiya li Ewropayê, pêşketina azadiyê û pêşketina mafan, pêwîstî bi vê heye. Eger ev nebe wê Neonazîzm bi pêş bikeve. Li her qadê berfireh dibe. Qala ‘Pêşketina Neonazî’ tê kirin. Her kes qalê dike. Divê pêwendiya vê yekê bi polîtîkaya heyî re bê dîtin. Bêguman eger ev polîtîka bê meşandin û nerazîbûn neyê nîşandan dawiya vê yekê wê pêşketina faşîstan be. Pêşketina Neonazîzmê jî tê wateya desthilatdarîbûyîna wê li her cihî. Eger têkoşîneke bi bandor neyê meşandin dibe ku Ewropayê bi dest bixin.”

‘Divê çalakî her zindî bin’

Dûran Kalkan, bal kişand ser têkoşîna jin û ciwanên Kurd û ev tişt got: “Civak, jin û ciwanên Kurd bi berpirsyarî tevdigerin. Ev berpirsyarî divê dewam bike, hîn xurtir bibe. Îro ne roja rawestînê ye; ew roj in ku divê mirov timî di nava çalakiyan d bin. Li Bakur, li Rojava çalakî hene; divê nesekinin. Bi taybetî heta biryar bê dayin -Di 17’ê mehê de- divê Kurd li her cihî li ser piyan bin. Divê li qadan be, daxwaza helwestê bike. Ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê edalet û demokrasiyê bixwaze. Ji bo vê jî herî kêm divê bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo bixwaze. Divê ji wan bê xwestin ku li Tirkiyeyê ferz bike ku sererastkirinên hiqûqî bike.

Ji bo vê jî divê timî çalakî bêne kirin. Gelê me, dostên me divê van rojan baş binirxînin, helwesta xwe bi şênberî nîşan bidin. Rewşeke lawaz û teng divê nebe. Her wiha divê em êdî daîmî bikin. Dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye, derbas jî bûye. Ev êdî propagandayek nîne. Ne daxwazeke ji rêzê ye; daxwazeke ku divê di cih de bê pêkanîn. Lewma daxwazeke welê ye ku divê ji bo wê timî çalakî bêne lidarxistin. Daxwazeke ku pêknehatina wê nayê qebûlkirin. Ji ber vê jî divê gelê me, jin, ciwan û dostên me di van rojên dîrokî de bi berpirsyarî rabin û timî çalakiyan bikin. Hem daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hem mafê hêviyê, hem tiştên cuda, divê daxwazên xwe bînin ziman û ferz bikin.”

‘Komîsyon cewherê kar vala dike’

Dûran Kalkan, li ser rol û rista komîsyonê jî rawestiya û binê van xalan xêz kir: “Komîsyonê bendewariyek afirand. Weke ku tê xwestin, nebû. Bi qanûnê ava nebû. Lê tevlîbûna hemû partiyên din tiştek dida. Hin nîqaşên girîngî jî hatin kirin. Lê belê hemû ne welê ye. Yanî bi demê re kete rewşeke welê ku bi cewhera meseleyê danekeve, nav li meseleyê neke û nediyar e bê bi çi ve mijûl dibe. Navê xwe ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ye. Lê belê li ser demokratîkbûnê nasekine; dibêje ‘Ji xwe demokrasî heye. Ji xwe xwişk-biratî heye. Eger ev Kurd eks nebe, teslîmî me bibin, wê çi xweş be, wê xwişk-biratî xurttir bibe. Hingî wê piştevaniya mîllî xurt bibe’. Bi vî rengî nabe. Ji bo vê yekê pêwîstî bi avakirina komîsyonekê nîne. Ev yek valakirina cewhera meseleyê ye. Pûçkirina pêvajoyê ye. Bi vî rengî nabe.

Mînak, yek ji tiştên herî girîng bû. Helwesta serokên berê yên Meclîsê, axaftinên wan bû. Serokê Meclîsê yê Nû Nûman Kûrtûlmûş serokatiyê jê re dike; divê wan li ber çavan bigire.

Ev meclîs bi rê ve birin. Ne yek, ne du kes; hejmara wan jî zêde bû. Hema bibêje nêrîna wan hevpar bû. Gotin, ‘Bila komîsyon navê meseleyê lê bike’. Pênaseya xwe baş bike. Zû bixebite. Yanî bibêje ‘Komîsyona pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê ye’. Ev yek bi eşkere gotin û anîn ziman ku ji bo Tirkiyeyê firsendek e. Lê belê xuya ye ji vê jî aciz bûne, ji derdora desthilatdariyê nerazîbûn hat. Halbûkî ne nerazîbûn, eger bi rastî jî nêta wan heye, fikrê wan ji bo Pêvajoyê be, divê vê yekê bikin wesîle, li nava civakê belav bikin. Diviyabû bikira wesîleya tevlîkirina civakê li pêvajoyê. Wan mirovan ev rewş li ber çavan girtin û îfade kirin. Bi rastî jî girîng bû. Me gelekî hêja dît. Bi têrkerî li nava raya giştî ya Tirkiyeyê belav nebû. Diviyabû belav bibûya. Lê belê welê nabe; her diçe ji rêzê dibe. Aliyekî xwe ew e.”

‘Çima Rêber Apo nikare biçe komîsyonê?’

Dûran Kalkan, li ser nêzikatiya komîsyonê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Li aliyê din hîn jî hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin ku weke muxatabê esasî wî daxwaza avakirina komîsyonê kir. Ne diyar e bê wê hevdîtinê bikin an na. Gelek partiyan ev yek xwest. Partiya DEVA xwest, Partiya Gelecek xwest, MHP’ê xwest, lê belê komîsyon hîn jî nikare biryarê werbigire. Diyar e ku her tişt bi AKP’ê ve girêdayî ye. Hewl dida vê rewşê bi temamî biavêje ser CHP’ê. Lê belê na; nikare kesî bixapîne. Li ser AKP’ê dimîne. Ya normal ev e. AKP nikare vê rewşê biavêje ser kesî. Hîn jî nîqaş tê nîqaşkirin bê wê li Rêber Apo guhdarî bikin an na, çend endam wê biçe; gotinên bi vî rengî dûrî ji aqil in, nayên fêhmkirin.

Ka Devlet Bahçelî gotibû, ‘Bila bê meclîsê, siyasetê bike; Bila li koma DEM Partiyê biaxive; bila bibe serok’. Hîn jî dibêje. Dibêje ‘Ez li pişt vê yekê me’. Weke Serokê Giştî yê MHP’ê, weke Serokkomar jî Tayyîp Erdogan gotin ev yek polîtîkayeke dewletê ye û xwedî lê derketin. Lê belê ka bi cih hat anîn? Gotinên Devlet Bahçelî bi cih têne anî?

Wekî din çûn û neçûna Îmraliyê nîqaş dikin. Çima her kes diçe komîsyonê, li komîsyonê diaxive, lê Rêber Apo nikare biçe? Çima derfet nayê afirandin ku Rêber Apo biçe komîsyonê û biaxive? Çima dûrî vê yekê tê hiştin?

Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bang kir. PKK’ê di nava du meh û heft rojan de bersiv da bangê. Çi got? PKK’ê kongreya xwe pêk anî, di encamê de biryar da ku dawî li hebûna xwe ya rêxistinî bîne, stratejiya têkoşîna çekdarî sekinand û ev yek di cih de ji raya giştî re ragihand. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ev ‘Projeya dewletê’ di 22’ê Cotmeha 2024’an de eşkere kir. Hema bibêje 11 meh li pey xwe hişt. Ti jê bi cih neanî. Weke Tevger, weke PKK me di nava du meh û heft rojan de banga Rêber Apo bê kêmasî bi cih anîn. Devlet Bahçelî bi xwe bangê dike û tê gotin, ‘Em bi hev re tevdigerin’. Lê belê ti ji gotinên wî bi cih nayên anîn. Lewma divê bi rengekî cidî rewş bê nirxandin. Ev kar bi vî rengî nabe. Divê bi rengekî rast nêzîkatî bê nîşandan.”

‘Divê êdî mijûlkirin biqede’

Dûran Kalkan, li ser polîtîkayên mijûlkirina komîsyonê jî rawestiya û wiha axivî: “Rêber Apo xwest, ev nêzîkatî bêne sererastkirin, helwest bê zelalkirin û her kes helwesta xwe bi eşkere nîşan bidin. Em jî di wê nêrîn û helwestê de ne. Eger mijûlkirin, fen û fût hebin divê êdî biqede! Yanî neqediya ye. Her kes li çi difikire, dixwaze çi bike divê helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bide. Bila pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe. Ji vê re jî ‘qonaxa muzakereyan’ tê gotin. Hat heta vê derê. Me teqwîmek jê re diyar kiribû; me hêz vedikişand, me komên destpêkê anîn sînor, derxist. Yên din tevdigeriyan. Ji ber ku aliyê hember tiştek nekir, pêvajo sekinî.

Niha weke aliyê PKK’ê, weke aliyê Kurd, tiştên divê bêne kirin me di dema herî zû û bi lez de kir. Lê belê ji bo pêvajo bi rê ve biçe; ji bo demokratîkbûn, xwişk-biratî pêk were, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê dewlet gavan biavêje. Divê gavên demokratîkbûnê biavêje. Em nabêjin ‘Bila filan tiştî bidin Kurdan’. Bila demokrasiya li Tirkiyeyê pêk were. Bila xwişk û biratî li Tirkiyeyê pêk were, bibe yek. Naxwe xeteriya siyasî li holê ye. Li holê ye bê Îsraîl çi dike, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn hatiye kîjan astê. Me berê jî nirxandin. Pêwîstî bi dubarekirinê nîne. Her kesên ku dikarin hinekî bifikirin rastiyan fêhm dikin, dibînin.

Di rewşeke bi vî rengî de mijûlkirin, neavêtina gavan û li ser çapemeniyê bi gotina ‘PKK gavê neavêje’ sûcdarkirin û xapandina mirovan, bikaranîn zimanê bi jehr bi kêrî kesî nayê. Tiştekî rast jî nîne.

Binihêrin, em helwesta xwe bi rastî jî bi şênberî nîşan didin. Ji destpêkê ve me bi vî rengî kir. Rêber Apo bang kir; weke PKK tişta ku em dikarin bikin û tişta em nikarin bikin, weke rêveberî me bi şênberî anîn ziman. Me ji raya giştî re ragihand. Beriya raya giştî me ji Rêber Apo re bi eşkere gotin. Piştî ku Rêber Apo kir û daxwaz ji me kir, mînak got, ‘Kongreyê li ser vê bingehê kom bikin’, me negot ‘Em nikairn bikin’. Dema xwest, me got, em dikarin kongreyê bikin, van biryaran werbigirin, lê belê nikarin bi cih bînin’. Hate gotin, ‘Temam, bila bê kirin, biryar bêne wergirtin’ û me kongre pêk anîn û biryar dan. Di kongreyê de me biryareke ji sê xalan wergirt. Me weşand; her kesî bi kêfxweşî pêşwazî kir: Di serî de Devlet Bahçelî, Serokkomar Tayyîp Erdogan, gelek derdoran… Yanî bi erênî hate pêşwazîkirin û pîrozkirin.

Hîn jî Devlet Bahçelî rastiyê dibêje. ‘PKK’ê, rêxistinê daxwazên Rêberê Damezrîner bê kêmasî bi cih anî. Ahengî û yekbûneke tam heye. Ti helwesteke neyînî, tiştekî ku weke fenê bê nirxandin, nehate dîtin’. Baş e wê demê çi bû ev biryarên me yên kongreyê? Yek: Em karên PKK’ê radiwestînin; dawî li hebûna rêxistinî ya PKK’ê tînin. Du: Em stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî dikin; em ê stratejiya siyaseta demokratîk pêk bînin. Sê: Bicihanîna van herdu biryaran tenê bi rêveberiya pratîkî ya Rêber Apo dibe. Rêber Apo dikare bi cih bîne. Rêber Apo jî dema ku bingehên hiqûqî hatin afirandin dikar epêk bîne. Ev hatin qebûlkirin. Di vir de divê pêwîstiyên xala sêyemîn bi cih bêne anîn.

Lê belê bi cih nehate anîn. Hîn jî tê gotin, ‘PKK filan tiştî nake, PKK vê nake’. Ji xwe PKK nîne; dawî li hebûna xwe anî. Xala sêyemîn tê çi wateyê? Em rêveberiyê radestî Rêber Apo dikin. Rêveberiya bicihanîna van biryaran di destê Rêber Apo de ye. Rêber Apo jî dibêje, ‘Temam ez dixwazim bikim. Ez ê hemûyan bi cih bînim’. Soza vê dide, ji bo vê dixebite. Lê belê di nava sîstema dîlgirtinê ya Îmraliyê de hatiye ragirtin. Parêzer bi xwe şeş salan carekê dikarin biçin. Bi vî rengî wê çawa biryara bidawîkirina hebûna rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî bimeşîne? Ev nepêkan e. Di ser re radibin bangê dikin li her kesî, dibêje ‘Çekên xwe biavêjin û bên’.”

Divê rast nêzî sermuzakerevan Rêber Apo bibin’

Dûran Kalkan, li ser nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û got: “Piştre jî ji axaftinên me aciz dibin. Çima hûn aciz dibin? Ti eleqeya vê rewşê bi me re nîne. Êdî her tişt bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Yanî eger di entegrasyona demokratîk de mutabaqata hevpar hebe, ku ev yek li nava raya giştî hate ragihandin; ne tenê nêrînên Rêber Apo, bi dewletê re bi hev re tê nirxandin. Ev yek bi erêkirina dewletê ji raya giştî re hate ragihandin. Eger niha daxwaza çareseriyeke rasteqîn tê kirin, divê ev kar ji Rêber Apo destpê bike. Diaxivin dibêjin, nizanim ‘Wê çi bi Rêveberiyê bê’, ‘Şervanên ku çek di destê wan de heye wê çi bi wan bê!’

Divê mirov wesayitê danînin pêşiya hespê. Bi vî rengî nabe. Bi me re pirsgirêk çareser nabe. Ji vê jî wêdetir bi nêzîkatiya ‘Wê çi bi şervanên bi çek bibe’ pirsgirêk çarser nabe. Ji wir destpê nake. Rêber Apo 27 sal in girtî ye. Du sal in ji aliyê hiqûqî ve -qet sûcê xwe nîne- cezayê lê hatiye birîn qediya ye.

Temam, em bibînin; bila entegrasyona demokratîk destpê bike, Rêber Apo jî siyaseta demokratîk bike, rêxistiniya xwe ava bike, hingî wê şervanan bibînin. He rkes wê dest ji çekan berdin û bi bezê berê xwe bidin Rêber Apo. Wê tevlî rêxistinê bibe; wê siyaseta demokratîk bike. Ez garantiya vê yekê didim. Hem wê Rêber Apo dîlgirtî be, hem jî wê bibêjin bila şervan çeka xwe biavêje, bişewitîne, biçe nava gel, nizanim biçe gel dayika xwe, mala xwe. Divê her kes cidî be.”

Em xwe bi zorê disekinînin; dikarim vê bibêjim. Em bi sebir tevdigerin.”

Etîket: Abdullah OcalanDuran KalkankomîsyonKonseya Ewropa
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rêxistinên Sivîl: Piştgirî bide aştiyê, mafê hêviyê bicih bîne!

Rêxistinên Sivîl: Piştgirî bide aştiyê, mafê hêviyê bicih bîne!

16 ÎLON 2025
Parêzerên Abdullah Ocalan ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Parêzerên Abdullah Ocalan ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

15 ÎLON 2025
‘Pêkanîna Mafê Hêviyê bingeha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e’

‘Pêkanîna Mafê Hêviyê bingeha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e’

14 ÎLON 2025
Kampanyaya ‘Cayêk semedê Ocalanî’ yena destpêkerdene

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Piştgiriya ji bo Kurdan bi qîmet e

15 ÎLON 2025
Kurdan di Dortmûndê soza têkoşîna ji bo azadiyê dan

Kurdan di Dortmûndê soza têkoşîna ji bo azadiyê dan

14 ÎLON 2025
Civîna 9an a Komîsyona Meclîse bi dawî bû

Civîna 9an a Komîsyona Meclîse bi dawî bû

12 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (276)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne