Enqere – Komîsyona li meclisê îro û sibe wê civînên xwe yên 10 û 11an li darbixe û piştî vê hefteyê civînên guhdarkirinê bi dawî dike. Piştî bi dawîbûna civînên vê hefteyê xebatên komîsyonê bi civînên tespîtkirina taslaqên qanûnî wê berdewam bike.
Li Meclisa Tirkiyeyê di 5ê Tebaxê de di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Komîsyona Demokrasî, Xwîşk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ava bû. Komîsyonê heta niha 9 civîn li darxistin. Di civînan de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, komeleyên hiqûq û mafên mirovan, Baro, malbatên leşker û polîsan, sendika, Serokên Meclîsê yên berê û karmend hatin guhdarkirin. Komîsyon dê îro û sibê civîna xwe ya 10ê û 11an li darbixînê û civînên guhdarkirinê bi dawî bike.
Komîsyon îro dê di rûniştina yekem a civînê de; Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokûş Veznedaroglû, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk, Doç. Dr. Çerag Esra Çûhdar guhdar bike.
Di rûniştina dûyem a civînê de jî; dê Fatih Ûlûsoy, Huseyin Orûç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkûn, Prof. Dr. Talha Kose guhdar bike. Civîn dê di seat 14:oo an de destpêbike. Komîsyon sibê jî dê civîna xwe ya 11an li darbixînê. Di civînê de Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfedarasyona Cerdevanan û Malbatên Şehîdan a Anatoliyayê, Weqfa Alimên Medreseyê, İTTİHA, Federasyona Karmendên Herême, Komeleya Karmendên Jin ên Herêmê dê guhdar bike. Civîn dê di seat 11:00an de destpê bike.
Di guhdarkirinê de mijarên derketin pêş
Komîsyonê heta niha 9 civîn li darxistin. Di van civînan de herî zêde gav neavetina dewletê hat nîqaş kirin. Taybet Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û saziyên maf û hiqûqê ku beşdarî civînan bûn li ser gav neavetina dewletê rawestiyan. Daxwaza qebûlkirina ziman û nasmeya Kurd û mekazagoneke demokratik derket pêş. Her wiha Dayikên Aştiyê dema xwestin bi Kurdî xwe bînin ziman ji aliyê Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ve hatin astengkirin û li ser vê yekê bertekên gel di raya giştî de derketin pêş. Sazî û komeleyên beşdarî civînê bûn raporên amade kiribûn pêşkêşî meclisê kirin. Serokê Meclise Numan Kurtulmuş di vekirina meclisê de anîbû ziman ku ew dê guhdarkirinan kom bikin û li gor daxwazên di komîsyonê de hatine kirin dê taslaxeke qanûnî amadebikin û pêşkeşî Lîjneya Giştî bikin.
Nîqaşên komîsyon dê biçe Îmraliyê yan na?
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Bi banga Rêberê Gelê Kurd re pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan mixatebê sereke yê pêvajoyê nîşan da. Tevî vê yekê jî komisyona di meclise de avabûye heta niha serdana Grava Îmraliyê nêkriyê û pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd guhdar nekiriye. Ew yek hem ji aliyê raya giştî ya Kurdistanê ve hem jî ji aliyê partiyên siyasî ve gelek caran hat rexnekirin. Piştî rexneyan herî dawî Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parvekir ku komîsyon bi çend kesên ku serokê meclisê hilbijartiye dikare biçe Grava Îmraliyê. Piştî parvekirina Fetî Yildiz nîqaşên li ser çûyina komîsyonê li Grava Îmraliyê yek jî rojeva sereke ye. Çavê raya giştî ya Kurdistanê jî çûyina komîsyonê li Grava Îmraliyêye. Piştî qedandina civînên guhdarkirinê komîsyon dê biçe Îmraliyê yan na tê meraq kirin.
Komîsyon dê dest bi xebatên taslaxên qanûnî bike
Bi dawîbûna guhdarkirina civînan re Komîsyona meclisê weke di xala 2yan de hatiye diyarkirin; “Komîsyon li gorî armanca diyarkirî, qanûnên pêwîst tespît bike, pêşnûmeyên qanûnan amade bike û gel derbarê xebatên xwe de agahdar bike.” Civînên komîsyonê niha şûn ve jî li ser tespîtkirina taslaxên qanûnî were li darxistin. Partiyên siyasî yên di komîsyonê de ne wê taslaxên ku amadekirinê pêşkêşî komîsyonê bikin û pişt re komîsyon dê li gor van pêşniyaran taslaxeke qanûnî li darbixînê û wê taslaxê pêşkeşî Lîjneya Giştî bike. Lîjneya Giştî jî di Meclisa Mezin a Tirkiyeyê de li ser van taslxan nîqaş bike û xalên qebûl bike pêşkêşî wezareta tekildar bike û pişt re jî ew xal weke qanûn dê bên diyarkirin. Dîroka bi dawîbûna xebatên komîsyonê weke 31ê Qanûna 2025an hatiye nişandan. Lê hatiye destnîşankirin ku komîsyon dikare xebatan 2 mehan jî dirêj bike.