Enqere – Di rûniştina yekêm a Civîna Komîsyona Meclîse de ji Federasyona Karmendên Herême Şah İsmail Bedirhanoğlu bi lêv kir ku Kurdên Suriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne tehdit lê firsendê ûji Komeleya Karmendên Jin ên Herêmê Ozlem Kulahçi Tanaman jî destnîşan kir ku hewcedarî divê edî mafê ziman û wekhevî di mekazagonê de be mîsogerkirin.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatibû avakirin civîna xwe ya 11an li darxist. Di rûniştina yekem a civînê de Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfedarasyona Cerdevanan û Malbatên Şehîdan a Anatoliyayê, Federasyona Karmendên Herêmê, Komeleya Karmendên Jin ên Herêmê wê ben guhdar kirin. Di rûniştina 2an a civînê de Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê, Federasyona Lêkolîna Îslamî ya Mezopotamyayê, Weqfa Alimên Medreseyê, İTTİHAD wê ben guhdar kirin.
Di rûniştina yekêm a civînê de ewilî ji Federasyona Karmendên Herême Şah İsmail Bedirhanoğlu axivî û anî ziman ku ew ji hemû aliyên ku pêvajo danê destpêkirin ji Abdullah Ocalan û Serokê MHPê Dewlet Bahçelî re spas kir û got: “Yên li çiya çekên xwe şewitandin û piştre çûn cihê xwe divê wisa nebûna. Divê ji bo ew bikarin tevlî jiyana civakî bibin qanûnek bihata derxistin. Em hevî dikin xebateke wisa jî were pêşxistin. Her wiha di mekazgon de qanûneke nû ya hemwelatiyê hewceye. Em dixwazin astengiyên li pêşya Kurdî ben rakirin. Kurdî hem di perwerdehiyê de û hem jî li hemû qadên jiyanê bê bikaranîn. Ji bo pêşvebirina aboriyê divê dewlet Kurdên Suriyeyê ne weke tehdit lê weke firset bibine. Bendewariya me ew ê ku mekazagoneke nû ya demokratik û sivîl be amadekirin.”
‘Divê edî wekhevî di mekazagonê de bê parastin’
Piştrê jî ji Komeleya Karmendên Jin ên Herêmê Ozlem Kulahçi Tanaman axivî. Ozlem Kulahçi Tanaman jî bi lêv kir ku şer bandor li ser hemû qadên jiyanê dike û wiha got: “Bi banga birêz Abdullah Ocalan û hewldanên Devlet Bahçelî û rêyedarên dewletê qonaxeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo di heman demê de bi lêgerîna aştiyeke bi rûmet a gelê Kurd re têkildar e. Ev lêgerîn ne tenê bêdengkirina çekan e, lê belê azadbûna nasnameyan, li ser bingeha hemwelatiya wekhev misogerkirina hemû kes bi ziman, çand û baweriya xwe bi awayekî azad bikarê bijî ye. Aştiya bi rûmet temînata yekitiya civakî xurt dike. Aştî bi demokrasiyê dikarê mayindê bibe. Temînata aştiyê yek jî ji di nava hilberîn, siyaset û mekanîzmayên biryardayinê de bin e. Divê edî wekhevî di mekazagonê de bê parastin, maf û azadî bêne misogerkirin. Em dibêjin edî aştî nayê taloq kirin.”
Ji Konfederasyona Cerdevan û Malbatên Şehîdan a Anatoliyayê Orhan Kandemir axivî û pêşniyarên xwe kirin.
Ji Federasyona Eşîrên Qedîm Rasîm Aslan axivî û bi lêv kir ku ew piştgiriya pêvajoya aştî û xwişk-birtiya Kurd û Tirk dikin.
Ji Federasyona Herêmê Devrîm Turk jî bandora şer li ser aboriyê nirxand û got: “Komara Tirkiyeyê li ser yek netewî ava bû û ew jî bû sedema pêvçûnan. Ji bo ew pirsgirêk çareser bibin divê gavên demokratik ben avetin. Aştî hem li herême û hem jî li Tirkiyeyê ji aliyê aboriyê ve bandoreke baş bike.
Piştî guhdarkirinan rûniştina yekem a civînê bi dawî bû. Rûniştina 2an bi guhdarkirinê berdewam dike.