Amed – Bîrsen Guneş ku ev 35 sal in li Odaya Avahisazan a Amedê kedê dide, çîroka xwe ya serkeftinê û avakirina nasnameya jinan parve kir. Bîrsen Guneş anî ziman ku wê bi xebata xwe tirsên xwe derbas kirine û wiha got: “Min ji xebata xwe hêz girt, niha ez bi xwe biryara xwe didim.”
Di civakek ku tê de qadên pîşeyî bi piranî di bin serweriya mêran de ne, Bîrsen Guneş ev 35 sal in li Odaya Avahisaza a Amedê wekî sembola îrade û keda jinan xebata xwe dimeşîne. Bîrsen Guneş ku gava yekem a vê rêwîtiyê bi tirs û fikarên mezin avêtibû, îro wekî jineke ku biryarên xwe bi xwe dide û nasnameya xwe ya azad ava kiriye.
Odaya Avahisazên Amedê ku di bin banê TMMOBê de dixebite, bi taybetî di 30 salên dawî de li herêmê di parastina mîmariya bajaran û mafên pîşeyî de roleke girîng lîstiye. Di salên 90î de, dema ku Bîrsen Guneş dest bi kar kir, rêjeya jinên ku di qadên wiha yên pîşeyî û saziyên sivîl de dixebitîn gelekî kêm bû. Çîroka 35 salan a Bîrsen Guneş, di heman demê de neynika guherîna sosyolojîk a Amedê û geşbûna têkoşîna azadiya jinan a di qada kedê de ye. Têkoşîna Bîrsen Guneş nîşan dide ka saziyên pîşeyî çawa veguherîne qadên ku jin tê de serbixwebûna xwe ya aborî û kesayetî bi dest dixin. Kedkar Bîrsen Guneş, rêwîtiya xwe ya 35 salan ji ajansa me re vegot.

‘Jin neçar nîn in, dikarin her tiştî bikin’
Bîrsen Guneş anî ziman ku di sala 1991an de li odeya avahîsazan de dest bi kar kiriye û wiha got: “Ez 35 sal in tenê li vir dişixul im, karê min ê ewil e. Dema min nû dest pê kir min di malê de, xwe nas nekiribû. Tenê xebata min mal bû, zarok bûn, mêvan bûn. Lê piştî min di vê odeyê de dest bi kar kir, min xwe nas kir, min der û dor nas kir. Min wê deme fêm kir ku jin neçar nîn in, dikarin her tiştî bikin. Lê ev biryar biryara wan e hinekî, erê malbat, mêr zehmetiyê derdixînin ji bo ku neşixulin. Lê jin ne bêçare ne, dikarin wî tiştî bikin, dikarin xebata xwe bikin, dikarin ji malê derkevin. Min jî ev pirsgirêk kişandin lê niha ez kêfxweş im ku ez di vir de dişixulim.”
‘Gava aboriya min çêbû, hêza min a biryarê jî zêde bû’
Bîrsen Guneş destnîşan kir ku dema nû dest bi xebatê kiriye bi tirs tevgeriya ye û ev tişt anî ziman :”Ji ber ku ji min re digotin jin naxebite, divê nexebite. Dîwarê jinan hene hûn dizanin, jinan dixin nav dîwaran, dibêjin hûnê di vir de bimînin cihê we wir e. Gava aboriya min çêbû, hêza min a biryarê jî zêde bû. Pêşiyê aboriya li vir baş nebû. Wê demê ji min re digotin mînak ‘tu bixwazî tu dikarî ji kar derkevî’, lê di vir de me pir tiştên xweş derbas kiribûn, min nexwest ji karê xwe derkevim, dixwest ez dîsa bikevim nav dîwaran. Min dizanî dest ji kar berdim dê zêdetir aciz bibim. Min wê demê ji wan re got ‘ez dixwazim bê pere jî bixebitim tenê ez ji karê xwe dûr nekevim.’ Xebatê ez kirim jineke xurt. Dema min nû dest pê kir min nizanîbû ez ê ewqas sal li vê derê bixebitim. Lê her ku min gavek avêt, min xwe xurtir kir, ez hinekî din xweş xebitîm, hinekî din pêş ketim. Avahîsazên li vir dixebitîn jî gelek alîkariya min kirin, hêz didan min. Ji ber wê 35 sal in ez li vir dişixulim.”
‘Her tişt di destê me de ye’
Di berdewama axaftina xwe de Bîrsen Guneş bal kişand ser hêza ku dayika wê di wê de daye avakirin û anî ziman ku jiyana gund zêde zehmet bûye û dayika wê ji ber ku zarokên wê zehmetiyê nebînin hemû dane ber xwendinê û wiha pêde çû: “Dayika min behsa zehmetiyên gund dikir û digot ‘ez dixebitim, ev bar li ser pişta min e, lê hûnê bixwînin, hûn li vir namînin, hûn li gund namînin, bixwînin.’ Hem wê wêrekî da min hem jî wê demê hevalek min hebû, ew jî avahîsaz bû, wexta ku di rewşeke xirab de min dît, hat ji min re got ‘tu dixwazî bixebitî? Min got ‘Ez dixwazim bixebitim, lê malbat destûrê nade min’, lê min ev tişt ji dayika xwe re got, hinek cesaret ji wê girt, wê da min û min dest bi vî karî kir. Erê hem xebat û hem zarok tiştekî zehmet e. Lê min ji xwe re planek çêdikir. Bi êvarê yan jî li gor pêdiviyên wan ji kar diçûm xwarina wan amade dikir, ji bo dibistanê min ew amade dikir. Bi vî awayî min her du zarokên xwe mezin kir û dam xwendin. Piştî kar ez diçûm malê, jinên ku di taxa me de bi şaşî li min dinêrîn. Digotin ‘ev jin bi şev ji kar tê’ û li der û dorê min diçûn dihatin, min cesaret dida wan. Min digot ‘Hûn jî dikarin bikin, netirsin ji malê derkevin, tiştên ku mêr ji we re dibêjin, ew rast nîn in.’ Bi rastî her tişt di destê me de ye. Hinek jinan re ez alîkar dibûm, me wan xistin kar pir kêfxweş dibûn. Wan jî fêm dikir ku di hûndir de mayîn, nasnameya jinan winda dike. Jin tenê dibe xizmetkarê mala xwe. Ez naxwazim, jin di hûndir de bimînin. Ez dixwazim jin ji xwe bawer bin.”
‘Bila di hişê jinan de her tim jiyana azad hebe’
Bîrsen Guneş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di vî cîhê kar de, di odeya avahîsazan de xwe dîtiye û ev tişt vegot: “Min xwe dît ku her rojên derbas dibin ez tiştan ava dikim, kêfa min tê û ez xurt dibim. Mirovên ku tên odeyê, avahîsazên ku tên, ji wan re sohbetê dikim, ji bo kar em alîkariya hev dikin, gelek kêfa min tê. Ez dixwazim her tim li ser karê xwe bim, ez tu caran aciz nabim. Ez li ser navê xwe bêjim, min xwe di vir de ava kir. Ez bûm weke stûna odeya avahîsazan. Ez her sibehî bi kêfxweşî têm karê xwe. Daxwaziya min ji hemû jinan ew e ku bila ji mala xwe derkevin, bila herin bixebitin, bila têbikoşin, bila netirsin baweriya xwe bi xwe bînin. Ez naxwazim jin bikevin nav tengasiyê. Bila di hişê jinan de her tim jiyana azad hebe. Dev ji wê jiyanê bernedin, xwe bi pêş bixin. Kar ne tenê karê mêran e bila gav bi paş ve neavêjin. Bi vî awayî jin dikarin serbikevin.”













