Li gundê Omyanis ê Berwariyê gur bi nav keriyê bizinan ket û bi dehan bizin kuştin.
Li gundê Omyanis ê navçeya Berweriya Sêrtê şevê din gur bi nav keriyê bizinan ket û bi dehan bizin kuştin. Li gor agahiyên şêniyên gund dane şevê din saet derdora 01.30an dema şivan li herêma Milka Gozê bizin diçêrandin gur ji nişka ve nav keriyê bizinan ketiye. Li gorî agahiyan 25 bizin mirine, 8 birîndar û 60 winda ne.