Mihrîcana bi hevpariya KASED û Şaredariya Sûrê ya Amedê Sur Fest II roja sêyem li gundê Pelûkê bi dawî bû.
Mihrîcana Gundan a Sur Fest II bi hevpariya Komeleya Çand Huner û Wêje ya Jinan (KASED) û Şaredariya Sûrê tê lidarxistin roja sêyem li gundê Pelûkê ya navçeya Sûrê ya Amedê bi dawî bû. Di mihrîcanê de jin û zarok tev li bernameyên huner û çandê bûn. Zarok li qada hatibû amadekirin lîstîk lîstin. Piştre zarok bi alîkariya mamosteyan rûyê xwe boyax kirin.
Di berdewama mihrîcanê de komxebata jinan hat lidarxistin. Jin çente û tîşortan xêz kirin û pişre jî boyax kirin. Di dawiya mihrîcanê de koma govendê derket qadê û govend gerand. Piştî koma govendê, hunermend Şîlan Dora derket li ser dikê stranên xwe got. Zarok û gel li ber stranan tev govend gerandin û mihrîcan bi dawî bû.