Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî di nîşandana belgefîlma xwe “Îsmaîlê Me” de ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Nivîskar-civaknas Îsmaîl Beşîkçî li Çand Amedê dema li belgefîlma xwe “Îsmalê Me” temaşe dikir, ji ser hişê xwe çû. Belgefîlm di çarçoveya 9emîn Festîvala Felgefîlman a FîlmAmedê de dihat pêşandan. Piştî pêşandanê gotubêj hate lidarxistin û Beşîkçî di vê kêliyê de ji ser hişê xwe çû û wî bi ambulansê rakirin Fakulteya Tibê ya Dîcleyê.