Hunermendê sînameyê Kadîr Înanir duh şev ne rehet bû û wî rakirin nexweşxaneyê. Piştî destwerdana ewil wî kirin beşa çavdêriya awarte.
Rewşa hunermendê sînameyê Kadîr Înanir duh şev ji nişka ve rewşa qî giran bû û ew rakirin nexweşxaneyeke li Beşîktaşê ya Stenbolê. Hate diyarkirin ku ji ber sarmayê mêlakên Înanir enfeksîyonê girtiye. Hate hînbûn ku piştî ku li nexweşxaneyê destwerdana ewil a Înanir hate kirin, ji aliyê bijîşkan ve hate kontrolkirin û ew kirin beşa çavdêriya awarte.
Kadîr Înanir ev demek dirêj e bi pirsgirêkên tenduristiyê re têdikoşe. Lîstîkvan Înanir ku di sala 202’an de ji ber xwin çûbû mejiyê wî di çavdêriya awarte de hatibû dermankirin, piştî bi mehan ji nexweşxaneyê hatibû derxistin.













